ŞEREF-NAME
Dewlet-Avakirin, Derebegîtî û Desthelatî
Amir Hassanpour
Amir Hassanpour
Profesor, Beşa Medeniyetên Rojhilata Navîn & Nêzîk,
Zanîngeha Toronto
Profesor, Beşa Medeniyetên Rojhilata Navîn & Nêzîk,
Zanîngeha Toronto
Werger ji Îngilîzî: Ergin Öpengin
Civaka kurd bi gelemperî, wek komeke eşîrkî, koçer û nebajarî hatiye pêşkêşkirin. Têgiha "eşîr"(hoz), di bikaranînên xwe yên gelemperî û heta yên taybetî de jî (antropolojîk), nîşana seretayîbûnê (prîmîtîvîsmê) ye, bi taybetî jî di pêşketinên polîtîk û civakî yên serdema berî-dewletê ya hişmendiya veguherînî (evolutionary sense) de. Vê dîtinê (ferzkirin), li gel hin nîşaneyên negatîf ên dîtir[2], xizmeta pişêvkeran(assimilasyonist) û, polîtîkayên qirkirinê yên dewletên ku li ser kurdan hukimdar in, kiriye. Mesela, dema Mandatiya Îngilistanê ya li ser Iraqê (1920-32), Îngilistanê daxwazên kurdan ên serxwebûnê bi hinceta ku kurd pêkhatineke eşîrkî ne nepejirandibû. Lewre, nûnerekî hikûmeta Îngilistanê ku piştgiriya tevlêkirina kurdan a nav Iraqê dikir, ji Komîsyona Mandayên Timî ya Cemîyeta Neteweyan (Civata Neteweyan) re wiha gotibû:Her çend aşkera be jî ku wan gelek taybetiyên pir girîng hene, kurdên Iraqê taybetiya hevgirtina polîtîk nîn e ku ew, ji bo serkeftina hikûmeta serbixwe jênager e. Organizasyon û xuyangên (outlook) wan serdanpê eşîrkî ne. Ew ji kevneşopiyên xweserî û saziyên rêveberiya xweser bêpar in. Awayê jiyana wan prîmîtîf e û pirraniya wan nexwendî û ne rewşenbîr in, ji desthelatiyê xeyidî, ji hişmendiya disîplîn û berpirsyariyê bêpar in... (Cemiyeta Neteweyan 1930: 186)
Mandelkirina (redkirina) şiyana kurdan a dewlet avakirinê ji demên berî-moderniyê ve dest pê dike. Bo nimûne, di nîvê sedsala şanzdehan de, rayedarekî (official) Osmaniyan ji sultanê xwe re diyar kiribû ku di kurdan de şarezatiya rêveberiyê nîn e:
Bi rastî, kurdeke bed (xerab) ku, em ferz bikin, bi mêrxasiya xwe ya wek-Tahamtan navdar e û, stûnê qesra cesaretê ye, tu caran lê nayê ku li ser berika (kîlîma) hukimdariyê birûne û, dema du partiyên dijî-hev hatin cem wî, binase ka rastî çi ye xelet çi. Heke ew, bikarin desteke cilên leşkeriyê, sîleh û hespekê bi dest bixin, ev baştirîn şans e... (Mustafa Alî 1979: 63).
Bi rastî, mandelkirina Mustafa ya şiyana kurdan a hikûmkirinê, heta radeyekê ji rastiya dewletbûna (statehood) kurdan tê. Pêşdetir, di daxuyaniya ku ji Şiretên ji bo Sultanan a wî hatiye wergirtin de (li 1581'ê de hatiye nivîsîn), wî gazinde dikirin ku kurd bi qasî Hukimdarên Haşimî yên Erebistanê bi hêz bûne.
Wî digot:
Karakterê kurdan, ji rik û serhişkiyê wêdetir ne tu tişt e... Ji ber vê hindê ye ku sultanên berê, tu caran payeya beglerbegiyê ne dida kurdan ne jî tirkan (Turkmen), û tu kes ji wan layîqî payeya begîtiyê jî nedihat dîtin. Wan begîtî dida kurê begekê ku bav û bapîrên wî çend nifşan ew paye wergirtibû. Lê di dema me de, ferqên çînî yên wisa, bi tevahî hatine hêlan. tirk û kurd, heke xwedanê sîkkeyên zîv û zêr bin, ji qehremanên Haşîmiyan jî bi qîmettir in (Ibid.).
Ji wan gotinan aşkera ye ku dewleta Osmaniyan, di rewşeke wisa de nebû ku rasterast desthilatiya xwe li ser Kurdistanê ferz bike. Û mecbûr bû ku hebûna hûrde-dewletên kurdan ên otonom yan nîv-serbixwe qebûl bike. Bi heman rengî, Dewleta Safewî jî nekarîbû desthilatiya xwe rasterast li ser Kurdistanê pêk bîne.
Pergala Mîrîtiyan
Xurtbûna hêza kurdan a polîtîk a di sedsala panzdeh û şanzdehan de, di Şerefnameyê de gelek bi hûrbînî hatiye belgekirin. Nivîskar, Şeref Xan, mîrê mîrnişîniya xurt a Bedlîsê bû. Wî bi rewşa polîtîkî ya li Rojavayê Asyayê dizanî; wê devera ku dewletên Osmanî û Safewî her gav ji bo bidestxistina kontrola deverên Kafkasya, Azerbeycan, Kurdistan û Tengava Îranê li serê pevçûn dikirin û wêrankarî pêk dianîn. Bavê wî pişta Safewiyan girtibû, lê belê paşê wî rex guhart û vegerî ku mîrîtiya xwe ya Bedlîsê bi rê ve bibe, ku li wê derê yekem berhema dîroka kurdan nivîsand. Wextê ku li dîwana Safewiyan bû, Şeref Xanî, der heqê strûktura îdarî (administrative structure) ya dewleta Îranê de, tecrûbeyên ji serçaviyê bi dest xistibûn.
Nivîskar, armancên xwe yên di nivîsîna Şerfenameyê diyar dike. Ji ber ku dîroknasan "di tu wext û serdeman de rewşa hukimdarên (volat)[3] Kurdistanê û mercên wan venegotibûn..." wî biryar da ku "kitabekê der heqê teswîra mercên wan û berhevokeka der heqê helwestên wan de binivîse...bi wî awayî çîroka malbatên gewre yên Kurdistanê dê di bin xêliya raz û redê de nemaya..." (Şeref Xan 1964: 9). Her çend wî du sê rûpel ji bo helwest û rewiştên (karakter) kurdan tarxan kiribin jî, pirtûk li ser dîroka malbat û mîrîtiyên kurdan, û têkiliyên wan ên bi dewletên Îran û Osmaniyan re hûr dibe. Şeref Xanî, hewl da ku îsbat bike ku kurd milletekî xwedanê kevneşopiya hikûmkirinê ye. Wî, xebata xwe wek "Çîroka Hikûmdarên (hokkam) Kurdistanê" bi nav kir.
Di tevahiya kitabê de, nivîskarî hewl daye ku behsa formasyon (pêkhatina) û dîroka mîrîtiyên kurdan bike. Tiştê herî balkêş rêza beşan e (chapter), ku ne li gorî cihê mîrîtiyan, lê belê, li gorî asta desthilatiya wan hatine rêzkirin. Lewre, çar beşên (sahife) ewil ên pirtûkê li ser wan mîrîtiyan e ku "alên sultaniyê (şahîtî) bilind kirine û dîroknasan ew wek sultan dîtine" (rp. 36). Beşa duyem der heqê "hikûmdarên mezin ên Kurdistanê de ye ku her çend rasterast dewaya sultaniyê û serketinê (ascension) nekiribin jî, dîsa, carinan li ser navê xwe dirav lê dane û xutbe dane xwendin" (rp. 117). Beşa sêyem der heqê "mîr û hikûmdarên (omar, hokkam) din ên Kurdistanê" de ye (rp.213), û beşa dawî (dûmahikê) jî der heqê hikûmdarên Bedlîsê ye (rp. 439).
Nivîskar, têgiha "hukmê serbixwe", gelek caran bi kar tîne (hokumat be esteqlal yan jî guhartoyên wê, mn., rp. 118, 119, 121, 169, 193, 558), nexasim jî di teswîra cureyê duyem ê hikûmdarên paşmakdar (hereditary) de bi berfirehî bi kar tîne. Krîtera serxwebûnê, dirav lê dan, xwendina xutbeyê li ser navê hukimdarî, mn. Roja înî merasima dînî (mn., rp. 495), û "bi ya tu sultanan nekirin (guh nedana tu sultanekê)" (rp. 486) bûn. Wî, bi pesndanî der barê serkeftinên mîrîtiyan ên di rêveberiyê (hokumat) de nivîsî. Mesela, wî "nûjeniyên di rêveberiyê de" yên hikûmdarekî mîritiya Baban pîroz kir; her wiha, meyila wî ya serweriyê (hukimdariyê) û firehkirina erdê mîrîtiyê (orûc va xorûc) jî, wek merhaleyeka berztir a di warê hikûmkirinê de nirxand (rp.363).
Şerefname di dawiya sedsala şanzdehan hate nivîsîn, wextê ku pergala mîritiyan şax vedida (geş dibû). Wê demê, bi qasî çil mîritiyên biçûk û mezin li seranserî Kurdistanê hukim dikir. Pergala îdarî ya hûrde-dewletan, mîna pergalên dewletên mezintir ên deverê bûn, nexasim jî împaratoriya Osmaniyan (Bruinessen 1992: 161-75).
Nîqaşa li ser Sentralîzasyona (Navendîkirin) Hêza Dewletî ya Kurdan
Di lêkolîna li ser "meseleya peydabûna (derketina) dewleta Osmaniyan" de, dîrokzanê Tirk, Halîl Înalcik, dibêje (1980: 71): "Çawa mîritiyeke biçûk a tixûbî li ser sînorê Selçûk-Bizansê bi pêş ket, û bû yek ji xurtirîn împaratoriyên serdema modern, hê jî dîrokzanan şaş dike." Pirseke bi qasî wê şaşker (ecêb) jî: Çima, tu ji ew çend mîritiyên kurdan -ku hinek ji wan bi hêz bûn- nebûne dewleteke navendî an jî bihêz?
Şeref Xan, hemdemiyên wî û yek sedsal paşî, şairê kurd Ehmedê Xanî, meseleya sentralîzasyona hêza kurdan a dewletbûyînê niqaş kiribû. Şeref Xanî, bal kêşa ser erdê kurdan ê berfireh ku "ji dûryanên bilind ên rojhilat dirêj dibe bo dawiya deverên rojava" (rp. 25), lê gazinde kirin ku ew " bi ya êk û du nakin, nadin dû hev û pêk nayên (hev û du nagirin)" (rp. 31). Di sedema dûberî û dubendiya di nav kurdan de, wî ji çîrokeke dîroknasê hemdemê xwe bawer dikir, Mewlana Saad al-Ddin, nivîskarê Tajal Tawarûxê dîroknas digot ku Muhammed Pêxember nifir li kurdan kirine da ku tu caran hev negirin. "Ji wê rojê ve, wî qewmî (tayefeh) dewleteke mezin û saltanateke gewre ava nekiriye," ji bilî çend mîritiyên ku dewaya saltanatiyê kirî û di Şerefnameyê de behs li wan hatiye kirin (rp.33). Her wiha Şeref Xanî nîşe da (got) ku "hikûmdarî (farmanfara..), di nav kurdan de ne bi tesîr e." (rp. 32).
Xanî, ku di 1695'an nivîsî, sedsalek piştî Şerefnameyê, bi peymana 1639'an a tixûbê Osmanî- Safewiyan, parçekirina Kurdistanê tecrûbe kiribû; her wiha li dû wê jî, tepeserkirinên Osmaniyan ên li ser mîrîtiyên kurdan ên li bakûrê Kurdistanê jî dîtibûn.[4] Wî rasterast behsa meseleya yekitiya kurdan, bi rengê dewleteke merkezî dikir. Her çend sentralîzasyon ji bo gelek armanc û berjewendiyan baş be jî, bi ya Xanî, yekane rêk bû ji bo ku kurd ji bin destên dewletên Osmanî û Îranî azad bibin.
Xanî, li ser malwêraniya kurdan a ji ber şerên Osmanî-Safeviyan, mehkûmî û mehrûmî (rp. 217),[5] şikestin (mexlubî) û paşkoyîtiya (subordination-mûtî) kurdan a ji destê wan du hêzan nivîsî ( cc.216-217). Wî, desthilatiya Osmanî û Îraniyan biçûk dît û Kurdistana di bin baladestiya Osamaniyan şiband "kavilên di destê baz de" (c. 206);[6] li gorî wî tebîîyeta bo Osmanî û Farisan (Tirk û Tacik) "şerm" bû ("ar, cc. 207, 209); ew her du hêz "rezîl" bûn (le..îm, c. 205).
Di sedsala hevdehan de li Asyaya Rojava, desthilatî ne li gorî heqiyê, lê belê li gorî hêzê dihat dabeşkirin. Çarenûsa hin gel an kesan baladestî (hukimkirin), û çarenûsa yên dî jî bindestî bû. Ev hiyerarşî, di şirêta Mustafa Alî ya bo Sultanan de gelekî bi aşkerayî hatiye ravekirin, ku ev şîret li jor derbas dibe. Li dijî wê angaştê, Xanî li ser wê angaştê sekinî a ku dibêje kurd ji gelên baladest (ereb, faris û tirk) nizimtir in; angaşta ku dibêje kurd "ne-medenî, bê esl û bê bingeh in" (c. 240); û wan "hezkirin nekiriye armanca xwe ya sereke" (c. 242); û dibêje ku ew "ne xwazgîn in (talib) ne jî xwestî (metlûb)...ne hezker in ne jî hezkirî" (cc.240- 244). Wî, li dijî wiya got ku kurd "ne bêkemal in", lê belê, "êtîm û bedbext in" (c. 245); ew ne "tev nezan û nexwendî ne, lê belê xemgîn û bêxwedan in" (c. 246). Zimanê kurdî hêj sewa bû, her wiha zimanekî ku dikemilî (mezin dibû), û dê biba hevsengê zimanê popûler ên mîna farisiyê. (cc. 338, 342, 343).
Xanî, pesnê mîrên kurdan da, ji bo comerdiya wan ew şibandin Hatem (bezlê Hatem), bo şerkeriyê ew şibandin Rostem (Rezmê Rostem), ciwamêrî, jîrîtî (hîmmet), camêrîtî (sexawet), mîrînî, û celadeta wan...(cc. 219, 225). Her wiha mîrên kurdan, bê îttifaq û duberî bûn, û guh nedidan hev û du (bê temerrûd û şiqaq)...(c.230). Sebebê duberiyên navbeyna wan, xîret, zêde jîrîtî û wêrekiya wan bû ku nedihêla ew "mînneta tu kesî bikêşin" (cc.228-229).
Lewre, li gorî Xanî, mirovên asayî, wek şaîr û feqîr ne, lê belê hakim û mîrên kurdan bûn mesûlên wê paşkoyîtiya (bindestî) kurdan a demdirêj, çimkî wan dil lê nebû di bin ala padîşahekî kurd de bibin yek.
Lewre kurd, "yêtim" ên "bê xwedan" bûn; tenê heke xwedanekî ew biparastana, yêtîm dê bigihiştana (mezin bibûna) (cc.245-247). "Heke me jî heba Padîşahek, heke Xweda ew layiqî tacekê bidîta, heke textek ji bo wî bihata danîn, qedrê me dê bihata girtin" (cc. 201-203).
Ne Şeref Xan ne jî Xanî, der barê hêza polîtîk de nebûne xwediyê helwesteke teorîk an jî felsefî. Her wiha, fikrên (ferzkirinên) Şeref Xanî yên li ser desthilatiyê, di tevahiya pirtûka wî de serdest in. Serdaran ji payeya rajortirîn heye, desthilatî ji bavî derbasî kurî dibe, ew divê baladestiyê bike li ser bendeyên xwe, bende (subject-tebaa) jî mecbûr in her gav guh bidin hiyerarşiya serdarî. (Vasil"eva 1976: 27-34, 349-50).
Analîza Xanî ya rewşa polîtîk a Kurdistanê, di beşa seretayî ya romansa çîrokî û helbestî, Mem û Zînê de hatiye nivîsîn. Em dikarin baş jê derêxin ka wî têkiliya navbera kurdan û padişahê wan ê xeyalî, çawa pêşkeş kiriye (depicted). Her çend Xanî, mîr û zimanê kurdî pesin kirine jî (wêrek, zîrek, merd hwd., cc. 226-227, 265-273), wî, kurd wek yêtîm nîşan dane: ew, "bê berevanî" bûn (bê penah, c. 270), "mehkûm," "mehrûm" "mexlûb(şikestî) û paşkoyî," "tawanbar (doomed) û bi tevahî hejar" bûn (c. 207), û ji ber hukmê Îranî û Osmaniyan û parçebûna Kurdistanê ji destê wan (îranî-osmanî), "xwîna kurdan cemidî" bû (cc. 224-225). Bi tenê padişahekî dikarî wê rewşê berovajî biket.
Padîşahekî kurdan (padşah, cc. 196, 202) bi tesewwûrên monarşiyê yên pre-modern re hevaheng hatibû teswîrkirin, wek "sîwaneka dinyayê" (cîhanpenah, c. 196), serfirazek, sahibkeremek (c. 199). Li gorî tesewwûra Xanî, heke padîşahekî kurdan "tacek bi dest bixistaya, teqez dê qedrê me jî bihata girtin; wî dê em -yêtim- xwedan bikirana, û dê em ji destên rezîlan xelas bikirana; wan tirkan dê em mexlûb nekirana, em ê nebûna wêran di nav destên baz(an) de" (cc. 203-206). Padîşahekî dê pişta "qelem" û "hunera" me rast bikira, dê "birîna me derman bikira", û dê "ilmê me bi pêş bixista" (cc. 197-198). Li gorî Xanî, kurd ne tenê dê ji zilma dagirkeran azad bibûna, "heke me heba îttifaqek, me hemiyan guh bidaya yekî, tirk û ereb û faris hemî dê bibûna xulamên me; me dê dîn û dewleta xwe rêk û pêk bikira (perfection), me dê ilm û zanatî (hîkmet) bi dest bixista... (cc. 231-233). Xanî, ji bo bipêşxistina ziman û edebiyata kurdî, li ser girîngiya pêşengiya padişahekî rawestaye (cc. 247-252, 270). Qralek çawa dikare desthatiyê bi dest bixe? Wî "mîr û rêveberên" kurdan hişyar kirin û daye zanîn ku berpirsên malwêraniya kurdan ew in û wiha pê de çûye "her kê biwêraya şûrî bigire nav destên xwe yên zîrek, dê hukimdariya wê dinyayê bi dest bixista" (cc. 210-211). Wî, piştre diyar kiriye ku dinya, hem bi şûr, û hem jî bi îhsanê (xêrxaziyê) mimkîn e bête dagîrkirin (c. 215).
Li dijî fikrên Şeref Xan û Xanî, dubendiya di nav mîrîtiyan de, bi karaktera kurdan an jî bi xwî û xisletên mîrên wan nayê ravekirin. Di destpêka feodalîzmê de, parçekirina hêza polîtîk û bi wan hêzan dewletên bicûk avakirin, li her derê meyleke serdest bû. Dema ku pêkanîna sentralîzasyonê zehmet bû, di avakirina dewletan de (state formation) dewletên feodal, meyleke gelemperî bû. Xanî, bi xwe, daxwaza rakirina mîrîtiyan nedikir. Wisa diyar e ku sentralîzasyona mitleq a desthilatiyê ku bi hatina kapîtalîzmê re pêkan bû, di civaka feodal a sedsala şanzdehan de nedihate tesewwûrkirin. Monarşiya kurdan a ku Xanî difikirî jî, dê desthilatî di navbera padîşah û mîran de parve bikira.
Heke parçekirin, modaya "xwezayî" ya pergala polîtîk a feodal be, sentralîzasyon jî tijî nerihetî, têkoşîn, têkçûn yan jî vekişîn e. Li Çîna feodal, mesela, mîrîtî bi qasî heşt sedsalan hebûn, berî ku yekem dewleta merkezî di bin binemala Çîn de li 221ê B.Z. bête avakirin. Ev yekkirina ewil, zêdeyî bi şer pêk hat, û dû re jî car caran merhaleyên jêkcudabûn û yekgirtinê hatin. Dubendiya navbera parçekirin û sentralîzasyonê, du hezar salan zêdetir di qonaxên polîtîk û entellektuelî yên Çînê de bi tesîr bû, û her wiha di Şoreşa Çandî de jî (Yi-liang 1974; Hsiao 1975; Finer 1997: 473).
Li Ewropayê jî, merhaleya sentralîzasyonê gîro bû, bi kêşe û bi kêşmekêş bû.[7] Li Fransa û Îngilistanê, têkoşîna ji bo sentralîzasyonê ji sedsala sêzdehan heta dûmahîka sedsala panzdehan dewam kir. Li Rûsyayê, merhale ji dûmahîka sedsala panzdehan heta serê sedsala şanzdehan dewam kir.
Kêşeya Desthilatiyê [8]
Ji destpêka desthilatbûna xwe pê ve, mîrîtiyên kurd têdikoşîn da ku erdê wan ji aliyê binemalên Turkmen ên niştecî (Qara Qoyunlu û Aq Qoyunlu) ve neyên dagirkirin, û piştre jî, ji aliyê dewletên Osmanî û Safewî ve. Di encama wê hindê de, şerên navxweyî, ku di hemî pergalên mîrîtiyan de pêk tên, bi şerên derveyîn ên bênavber ve hatin temam kirin (du qat zêdetir bûn). Ji bo ku otonomiya xwe biparêzin, mîrîtiyan wisa hereket dikir ku her du împaratoriyan jî ji xwe re bi kar bînin û di heman demê de ji aliyê wan (du împaratorî) ve dihatin bikaranîn. Ji ber vê hindê, mîrîtî, di şerên navbera wan du hêzan de bûn parçeyekî daîmî. Di vê rewşê de, taybetî ji dema ku binemalên Turkmenan hêz bi dest xist, heta ku di sedsala nozdehan de mîrîtiyên dawîn hatin hilweşandin, şerekî wêranker li ser Kurdistanê hate meşandin. Şerên bêrawest, ji kurdan û welatê wan re wêraniyeke mezin li dû xwe hêla. Bi wan mercan, ecêb e ku wan çawa xwe ji komkujiyên çar sedsalan, bi destê zorê koçberkirinên hemî xelkê (girseyî), rûxandinên (wêrankirin) gund û navçeyan, wêrankirina ekonomiya gund û bajarî, xela, û nexweşiyan xelas kirine. Tesîra wê rewşê ya li ser bipêşketina civaka kurdan a di warê ekonomî û civakî de, hêj nehatiye vekolan, her wiha encamên polîtîk baştir tên zanîn.
Nivîsîna Şerefnamê û xebata Ehemedê Xanî, qet nebe di navbera rewşenbîr û rêveberan de hişyarbûna polîtîk nîşan dide, der heqê posîzyona kurdan a di dîrok û polîtîkaya wê demê de. Şeref Xan mîr(ek) bû, û wî, dîrok bi perspektîfa çîna feodal a rêveber a Kurdistanê nivîsîbû (Vasileva 1976: 27-34, 349-50). Her wiha (in contrast), Xanî, bi gotina xwe, ji feqîr û torevanan bû (c. 210), çerçî bû (pîlewer) ne esîlzadeyek (gewherî), yekî xudriste bû ne perwerî û, kûhî (çiyayî) û kenarî bû (cc. 355-356).
Her wiha, ji aliyê polîtîk îdeolojîk ve, em ji Krîkavova bibêjin (1974: 103), ew "berdevkê xwendî û, çîna feodal a niştimanperweran" bû. Wextê ku li dijî desthilatiya Osmanî û Safewiyan têdikoşî, Xanî, azadiya kurdan, di bin hukmê padşahiyekî de yekbûna mîrîtiyan de, didît. Ji rewşa dîrokî ya serdema wî diyar e ku, wî nedikarî di nav çînên civakî yên din de li xwedanê desthilatiyê bigere, wek gundiyên gundên belavela û, kême-xelkê hunermend û bazirgan ên qezayên Kurdistanê.
Dewleta feodal, her çend gelek cureyên wê hem li Rojhelat û hem li Rojava hebin jî, di bikaranîna hêzê de aliyekî gerdûnî yê girîng heye. Lêkolînerên mijarê, bi piranî hemfikr in ku "feodalîzm li ser hîmê parvekirina erd û zeviyan bû, bi hêza herêmî û kesî (personal), lê daxwaz û hêzên wê yên pir mezin (derveyî sînorên xwe) dibû sedema şer û lêkdanan. Qralên (Monarch) feodal prîmus înter pares (di nav wekhevan de yekem) bûn, ji mîrên xwe aliyê paye ve ne, lê belê aliyê cureyê ve cuda dibûn, û ji wan re bi mecburiyetên berdêlkî ve girêdayî bûn. Ji ber ku Qral, ji bo pêkînana ordî û berhevkirina bacan muhtacî mîrên herî bi quwet bûn, zehmet bû ku ew bibin desthelatên rastîn, lewre wek derebegên pir bi hêz bûn" (Mellor 1989: 44-45; bnr, Peirson 1996: 41- 43). "Lewre qralê feodal, tu caran nedibû "desthelatdar", gelek gelek dibû derebegek." (Hall 1984: 6).[9]
Şeref-name, gelek belgeyên girîng tedarîk dike, der barê qeyd û bendên li ber bikaranîna hêzê, hem aliyê mîrîtiyên kurdan û hem jî ji aliyê du dewletên serekmîr (overlord) Tirkiyeya Osmanî, û Safewiyan. Nava her mîrîtiyekê, hiyerarşiyeke têkiliyên hêzê (power relations) hebû. Desthilata balatirîn di destê yek mirovî de bû, her gav mêr, ku bi baweriya hêza xwe ya leşkerî û ekonomîk hukim li ser "tebaaya" xwe dikir. Pirî caran, her çend kêm jî be, hêzeke daîmî hebû ku bikare serûberiyê (rêzik) pêk bîne û, qet nebe textê rêveberiyê biparêze. Ji bo ku ji dagirkeran biparêzin an jî operasyonên êrîşê pêk bînin, ev ordî, diviya bi desteka leşkerî bihata bi hêztirkirin. Ev desteka leşkerî jî, ji mîrên feodal û serokeşîran dihate wergirtin, ku ji ber îmtîyazên xwe mecbûr bûn şervan, hesp, çek, û pêdiviyên din tedarîk bikin. Bi heman girîngiyê, di nav sînorên mîrîtiya xwe de, mîr dikarî bacê berhev bike û desteka otoriteyên dînî hilbijêre, oldar-keşe û dadger-qadî. Bikaranîna hêzê, despotîk û gelek caran keyfî bû. Hejar, gundî û hindikiyên etnîk û dînî yên herî lawaz bûn. Desthelatî mîrasî bû, û sînorên her mîrîtiyekê kêm-zêde diyar bûn (bnr. Bruinessen 1992: 133-204 ji bo lêkolîneke struktura mîrîtiyan).
Dema Şeref-name dihate nivîsîn, qederê çil mîrîtiyên biçûk û mezin, li piraniya deverên ku wek Kurdistan dihat nasîn, bi rê ve dibirin. Her çend Osmanî û Safewiyan li Kurdistanê polîtîkayeka aktîf a sentralîzasyonê dimeşand jî, wan du hêzan hêj nekarîbû mîritiyan hilweşînin. Her çend dijminiya her du dewletan, nexasim jî berî 1639'an, li ber sentralîzasyonê astengiyek bû; faktoreke sereke, lîmîtasyonên hilberîna feodal bû, hêz û liberxwedanên mîrîtiyan bûn. Her wiha, wan du împaratoriyan nedikarî di seranserê deverê de hebûna xwe ya leşkerî bi rêz û bi tesîr pêk bînin. Lewre, ew pirî caran mecbûr bûn rêveberiya mîrasî ya mîr qebûl bikin, û xweşhal bûn ku bac dihatin berhevkirin û desteka leşkerî ji mîran dihate wergirtin. Pir balkêş e ku, her çend Osmanî û Îraniyan, xebatên ji bo sentralîzasyona hêza dewletî li Kurdistanê zêdetir û xurttir kiribin jî, şeş mîrîtiyên sereke heta nîvê sedsala nozdehan hebûna xwe îdame kir.
Dîroknivîsiya Dewletbûyînê (State Formation) li Kurdistanê
Şeref-name, li ser nasnameya etnîk a kurdan û dijayetiya wan a li gel dewletên Tirk û Îranî hûr dibe. Ev bi rêzikî, kurd û ne-kurdan li dijî hev nîşan dide, nexasim tirk û îraniyan. Kurdistan, heta wê demê, ji bilî yek nexşeyeka sala 1076'an ku wek "erdê kurdan" (ard al-akrad) dinivîsî, hîç nehatibû nexşekirin.[10] Şeref Xanî, Kurdistan wek erdê binemalên kurdan, û wek welatê çar şaxên kurdan (Kurmanc, Lor, Kelhûr û Goran) nexşe kir. Di nebûna dewleteke navendî ya Kurdistanê de, tixûbên ku Şeref-nameyê diyar dikir, avakirineke sembolîk a dewlet/welatekî bi wî awayî bû. Tixûb, bi grafîkî ne lê belê bi zarkî (bi dev) hatibûn danîn:
...û serê wilayeta Kurdistanê ji perava Behra Hormuzê dest pê dike ku ew jî li qeraxên Behra Hindistanê ye û ji wê derê wek xeteke rast dirêj dibe, heta ku li wilayetên Meletî û Meraşê bi dawî dibe û li bakurê vê xetê, wilayetên Faris, Îraqa Ecem, û Azarbeycan û Ermenistana Mezin û Biçûk, û li başûrê vê, Iraqa Ereb, Mûsil û Diyarbekir hene (Şeref Xan 1964: 24-25).
Haya Osmanî û Îraniyan jî, li ser nasnameya etnîk a gel û erdê ku wan dixwest serweriyê lê bikin, hebû. Di qada kargêriya (rêveberî) her du dewletan de, pirraniya devera ku ji aliyê Şeref Xanî ve hatibû nexşekirin, wek Kurdistan dihate nîşandan. Têgiha "kurd," jî, ne ji bo hemî niştecihên Kurdistanê, ermenî, asûrî, û cihûyan, lê belê tenê ji bo kurdên etnîk dihate bikaranîn (bnr. mn., Di Seyahatnameya Evliya Çelebî de, rêbiwarê Osmanî yê sedsala hefdehan, bikaranîna "kurd" û "Kurdistan"ê; Dankoff 1990).
Her çend van her du hêzan nedişiya têkilî kompozîsyona etnîka kurdan bibin jî (mn. bi çespandina (imposing-bicihkirin) ziman û çanda xwe), wan hewl da ku têkûzîtiya etnîk a kurdan zeîf bikin. Ji bo wê jî, li gel hin kirinên dî, xelk bi girseyî rêkirine deverên dûr mîna Xorasanê, û eşîrên tirkan li erdê kurdan bi cî kirin. Mînorsky ku li ser tirkandina Kurdistana Mukrî ya di dema Safewî û Qacaran de, nivîsîbû(1957: 65), dibêje, "Ecêb e kurdan çawa kariye devera xwe ya taybet biparêzin" li herêmê.
Her çend lêkolînên li ser dewletbûyîna kurdan (dewlet avakirina kurdan) kêm bin jî, ew niha jî, bireke rêze metodolojî û perspektîfên teorîk nîşanî me didin. Cemal Nebez, ku bi perspektîfeke nasyonalîzma kurdan dinivîse, diangêje ku "hewlên ji bo avakirina dewleteke mezin a kurdan" hêj berî Şerefnameyê hene, çinku hem Şeref Xan, hem jî hemdemê wî Sadal-ddîn li ser wê mijarê hûr bûbûn (Nebez 1984: 34). Dîsa ew, bi qesta Ehmedê Xanî, niqaş dike ku "fikra avakirina dewleteke kurdî nasyonal ku tevahiya neteweeya kurdan di bin banê Kurdistaneke serbixwe de dicivîne û di serî de jî Padîşahekî kurd heye" ji cihekî dî nehatibû girtin, lê belê, li Kurdistanê derketibû (şîn bibû) ew fikr (rp. 34-35). Ew wisa difikire ku wê demê (sedsala şanzdehan), tirk, faris û ereb, ne wek kurdan li dû avakirina "dewletên deverî" bûn, ne li dû avakirina "dewletên neteweyî."
Ew diangêje ku "du cure qederên dîrokî yên jêk cuda li civaka Kurdistanê ya rojhilatî û li civaka ewropî ya rojavayî pêk hat, ku ne mîna hev in; mn., Di civaka kurdan a rojhilatî de, hişmendiyeke neteweyî hebû ku ji bo avabûna dewleteke neteweyî dixebitî; lê di civaka Ewropayê ya Rojavayî de, dewleta neteweyî ji aliyê çîna birjuwazî (sermayedar) ve hatiye avakirin" (rp. 35-34).Nebez, "navendî" yê û "neteweeyî"; etnîsîte û neteweyê tevlihev dike. A yekem, çi têkiliyê di navbera diyardeya (phenomen) netewe û neteweperweriyê de nabîne, û ya duyem jî, dîsa çi têkiliyê di navbera çîna civakî û pêkhateya sosyo-ekonomîk de nabîne. Lewre, Nebez, wê angaşta marksîst qebûl nake ku dibêje neteweperwerî berhemeke qedemeya kapîtalîst a pêşketinê (development) ye. Çinku diangêje ku Îraniyan hezar sal pêş, berî serdema kapîtalîzmê, fikra "neteweperweriya rojhilatî" bi pêş xistibû (rp. 110-11). Bi wî awayî neteweperwerî, fikreke ne-dîrokî ye (a-historic) ku di mêjiyê rewşenbîr û rêveberan de, her çi gav be, mimkîn e ku peyda bibe. Ango ew, fikr an jî hesteke aîdiyeta dewleteke ku ji tevahiya hemî kom û deveran mezintir e ye; ev beşa mezintir "netewe" ye.
Li dijî tesbîtên Nebez, her wiha, civaka pêş-kapîtalîzmê ji aliyê ekonomîk, polîtîk, civakî, çandî, lîngûîstîkî û deverî ve hatiye dabeşkirin. Sîstemeke wisa, xwe nade yekkirina pêkhateyên eşîrî, çandinî, û bajariyên mezin û cuda; yekkirineke ku dê bibe "netewe"yeke bi zimaneke neteweyî, "çandeke neteweyî", "karaktereke neteweyî" û dewleteke neteweyî. Bê şik, hem Şeref Xan û hem jî Ehmedê Xanî der barê ku kurd kî bûn (geleke ne-Ereb, ne-Tirk, ne-Faris) û welatê wan, Kurdistan ku der bû, xwedanê fikrên têkûz bûn. Jê wêdetir, Xanî bi aşkerayî banga "di bin Padîşahiya kurdekî de avakirina dewleteke kurdan" dikir. Lê belê dîsa tu ji wan, nabe fikreke "dewleta neteweeyî" ya li gorî hişmendiya nûjen a "netewee-dewletê". Fikrên netewe û neteweperweriyê li Rojava peyda bûn û gelek bi nêzîk ve têkildarî "ji civak û dewleta feodal derbasbûna bo civak û dewleta kapîtalîst" ne. Nebez neşiyaye alternatîfekê, cureyeke "rojavayî", ji bo netewee û neteweeperweriyê pêşkeş bike.
Cihê ku Nebez etnîsîteyê, wek hîmê bingehîn ê dewletbûyîna (dewlet-avakirin) kurdan pêşkêş dike, boçûna (approach) nasyonalîst a tirkan, hem etnîsîteyê hem jî dewletê ji dîroka kurdan reş dike (jê dibe). Lewma, di xebata xwe ya li ser "Di sedsala şanzdehan de di împaratoriya Osmaniyan de, eşîrparêziya kurdan û têkiliyên navbera dewlet û eşîran", Ozoglu kurdan bê-etnîsîte dihêle(dike), û wisa dibêje:
"...di sedsala şanzdehan de têgiha "kurd" dibe ku ji bo devereke cografîk hatibe bikaranîn, ne ji bo komeke mirovên ku xwedanê heman fikr û dîtinan (vîzyon) bûn. Bikaranînên têgihên "kurd" û "Kurdistanê" di vê meqaleyê de jî bi heman awayî ne. Ji ber sedemên pragmatîk, ev meqale têgiha kurd, wisa bi kar tîne: birek komên sosyo-polîtîk ku bi zaravayên cuda cuda diaxaftin û xwedanê baweriyên jêk cuda bûn, lê heman deverên çiyayî û gever heta radeyekê heman qeder bi hev re par dikirin. Di vê meqaleyê de, tu wateyên (connotation) polîtîk ên têgiha "Kurdistan"ê nîn e, lê, feqet bi wateya "di nav erdê Osmaniyan de devereke cografî, ku tê de zêdetir xelkê kurd heye" hatiye bikaranîn (1996: 9- 10).
Li vir dîroknas, wesa ferz dike ku têgiha "kurd", tenê heke gel "xwedanê heman vîzyonê be" mimkîn dibe ku bi nîşana "nasnameya girseyî(collective identity)" bête bikaranîn; wek ku mimkîn e di sedsala şanzdehan de, hetta salên dawiyên sedsala bîstan de, vîzyoneke wesa hevpar ji bo Tirk, Ereb an jî her çi gelekê dî, bête danîn. Ozoglu, wateya polîtîk a têgiha Kurdistanê xalî dike, û nosyoneke cografîk didetê: kurd, "birreka komên sosyo-polîtîk in" bi zarava û dînên cuda, û feqet "deverên gever" û belkî "heman qeder"ê bi hev re par dikin.
Li gel wan stratejiyên konseptî re yekaheng, ew, kurdan wek birreka eşîrên ku hin taybetiyên ne-eşîrî jî hene dinirxîne. Lewma, emîrîtî an mîrîtiyan wek mînî-dewletan, an jî bi gotina Bruinessen "proto-dewlet", nabîne. Li gor Ozoglu mîrîtî, "konfederasyonên(komal)" eşîrkî ne, ku ji eşîran hin bi hin taybetiyan ve cuda dibin, wek "mezintir e û çandeke têkeltir heye; rihên ferzkirî (presumed origins) hene, û civak çînkirî ye (çîn bi çîn); li gor mercan hevkarî dikin ya nakin; û bi dewletê re têkiliyên xurttir hene" (rp. 8). Herwiha, ji ber ku belgeyên li ser sazumaniya (structure) dewletî ya mîrîtiyan hene, "di sedsalên paşdetir de peydabûna mîrîtiyên wek-dewlet ên kurda" qebul dike. Lê belê, hêj jî, mîrîtiyên "wek-dewlet", li gor wî, berhemên civaka kurda nebûn, lê, dewleta Osmaniyan ew ava kiribûn.[11] Bi gotina wî "Imparatoriya Osmaniyan, di prosesa avakirina mîrîtiyên kurdan de bi aktîv û berpirs bû" (rp. 5).[12]Xelase, hişyarî dide li hemberî nirxandina kurdan a wek "di têkiliyên xwe yên li gel dewletan de bi tevahî pasîf," û bi xwe wesa dinirxîne, "eşîrên ku li qeraxên imparatoriyên mezin jiya ne...û di bazarkirina (qetandin-îdarekirina) bi dewletên derûdorê re, rêbazên xwe afirandine" (rp. 26; rp. 27 jî). Lewma, dîtina nivîskar a ne-pasîfîst a derbareyê kurdan de, tenê, hêza veafirandina tribalîzm (eşîrparêzî) û sazumanên eşîrkî dide kurdan. Tu navendiyekê (centrality) ji bo kurd û Kurdistanê qebul nake, qe nebe navendiyeke ku kurdan bi xwe pêkanîye, û wan heta heta di qeraxên imparatoriyê de sînor dike (bend dike). Kevneşopiya dîroknîvîsiya Sovyetan, ku kurdan wek geleke bi dîrokeke xwe ya cuda dinirxîne, ji dîroknivîsiya Tirk, Ereb û Eceman cuda ye (cuda tê nasîn). Her çend bi zanayî (sofistike) nebe û teorîkî ve li ser hûr nebe jî, ev lîteratur, dewletbûyîn û etnîsîteyê diêxe nava pêşketina hilberîna feodalî (development of feodal mode of production). Lewma di xebata xwe ya li ser mîrîtiyên Baban û Erdelan, Vasileva (1991: 241-45), digihe wê encamê ku ew û mîrîtiyên dî dewletên rastî ne, û her sazumana ku ji bo rêveçûna ev instituta hêza polîtîk pêwist be, di wan mîrîtiyan de heye. Her çend bi dewletên Osmanî û Îraniyan ve girêdayî jî bûn, mîrîtî di encama veguherîna civaka kurdan de pêkhatin (peyda bûn), û xwedanên eslî yên erdê xwe bûn. Formasyonên (pêkhatinên ) êl û eşîrî hîmên bingehîn ên mîrîtiyan bûn. Her çend haya wê (Vasileva), ji tesîra eşîrparêziyê (tribalism-hozîtî) ya neyînî li ser tevgera hemdem a nasyonalîzm a kurd hebe jî, eşîran wek hebûnên (beş, entity) "etnososyal û sosyopolitik", ku li paşerojê di parastina nasnameya etnîk a kurdan de pir bi tesîr bûye, dinirxîne (dibîne) (rp. 242). Bi bandora Marksîzmê, Vasileva, yekem car, beşeke tevav li ser lêkolîna "rewşa îdeolojîk" a mîrîtiyan dinivîse (rp. 211-40).
Li ciyekê dî dibêje ku, her çend dîroka civakî û ekonomîk (socio-economic) a mîrîtiyan nehatiye lêkolîn jî, mirov nikare wan wek formasyonên (pêkhatinên) ji aliyê çand û ekonomiyê, wêran û kêm binirxîne. Nîşe dide ku Şeref-name, li ser çand û ekonomiya mîrîtiyan a şax vedida, gelek belgeyan pêşkeş dike (1967: 45-46).
Krîkavova (1979), ku bi hişmendiya dîroknivîsiya Sovyetan dinivîse, "hukim bidestxistina du sê mîrîtiyên kurdan" bi pêşketina feodalismê ve têkildar dike (rp. 148). Her çend pêşketina "etnîk" û "neteweyî" jêk hatibin cudakirin jî, hin caran ew her du konsept, li cihê yek û du hatine bikaranîn. Dîsa jî, nivîskar balê dikişîne ser qeyd û bendên girîng, ku têkiliyên pre-kapîtalîstî ew qeyd û bend li pêkhatina neteweya kurd bar kiribûn.
Xebatên li ser dewletbûyîna kurdan ne tenê bi lîteratûra di bin tesîra Marksîzmê de sînorkirî ne. Nîkîtîn, ku bi kevneşopiya oryentalîstan dinivîsî, du beşên pirtûka xwe ya navdar ji bo "kurd û dewlet" ê veqetandibû (1956: 177-190). Dema ku nivîskar çîroka du sê binemal û mîrîtiyan vedibêje, biserneketina kurdan a ji bo avakirina dewleteke temendirêj derdibire; û li gorî wî girîngtirîn sedema vê yekê hişmendiya kurdan a eşîrkî ye:
Me dît ku ew rihê (instinct) "eşîr"ê ye, bo nimûne, rihê xwe-parastinê, ku hereket û hişmendiya wî (kurd) wek endamê komekê (girse) diyar dike. Şikl û fikrên xwe di nav çarçoveya eşîrê de digire, ku hukmê eşîrê ji bo wî balatirîn radeya hiqûqê ye. Kurd, merifet (virtue), kesayetî, ziman, reftar û edetên xwe ji eşîra xwe digirin. Ev yek di heman demê de, hişmendiyeke teng pêk tîne ku bi qeyd û bendên eşîrî ve hatiye dorpêçkirin. Û ew hişmendiya teng e ku nahêle ew (kurd), dewleteke neteweyî ya temendirêj hizr bike (rp. 178).
Ramanên heyî, hê jî ji bo lîteratûra ku her mezin dibe bingeh e, lê belê, xebata Martin van Bruinessenî ya li ser civaka kurdan, bi awayekî radîkal ji dîroknivîsiya orientalîst cuda dibe. Her çend sernavê pirtûkê "axa, şêx û dewlet" be, ku "sazûmanên civakî û polîtîkî" ên kurdan tîne rêza çînên serdest (ruling classes), xebata Bruinessenî ji piraniya lêkolînên rojavayî cuda dibe (tê nasîn), ji ber ku kurdan wek gelekî xwedanê rabirdûyeke dewletbûyînê (state formatin), dinirxîne. Her çend pêkan nebe ku hemû analîz û belgeyên di vê pirtûkê de hatine pêşkêşkirin binirxînin, em li vir kakilê encamên wî didin (quote).
Lewma civaka kurd, di domana pênc sedsalên dawî de, di qonaxên girîng ên veguherîna civakî (social evolution) re derbas bûye: eşîr, serokatî û (proto-) dewlet, lê belê bi rêzikên nişîvbûnê. Ev deverîbûna (devolution) saziyên polîtîk ên kurdan, rasterast encama pêşketina (development) rêveberiya polîtîk a dewletên ku kurd pê re yek bûn, bû (rp. 159).
Li vir, em têkiliyeke kompleks, heta diyalektîk, di navbera "veguherîn" û "deverîkirin", meylên guherînê yên "hilkişîn" û "daketinê" û tesîra faktorên "navxweyî" û "derveyîn" de dibînin. Bruinessen, sazûmaniya navxweyî ya mîrîtiyan û têkiliyên wan ên bi du împaratoriyan re ku her diguherîn, pir baş ronî dike. Lê belê tengbîniya dîrokî ku ji hêla rewşa wî ya teorîk ve tê lawazikirin piştevaniyeke xurt ji belgeyên wî jî wernagirin. Li milekê, rolên ewqas pir bi qudret dide dewletên Osmanî û Îranî ku, ligel vê yekê jî dînamîkên navxweyî yên civakên navborî ku zêde pûte pê nehatiye dayîn dikarin li dijî vê hêzê xwe ragirin û konfederasyonên eşîrkî ava bikin.[13]
Li milê dî, di mîrîtiyan de desthelatdariyeke wisa dibîne ku wan (miritiyan) rasterast tîne ser rêza feodalîzma Ewropayê. Her wiha, li gorî Bruinessen, ev cur desentralîzasyon, ne taybetiya pergal û dewleta sosyo-ekonomîk a feodal e, lê belê têkildarî "demên zeîf ên hikûmeta navendî" ye, wextê "ku pergalê xwest ji rêzikên xwe yên nivîskî bibore" (rp. 154). Ferzkirina di bingeha vê raveya legalîstîk de, ramaneke feodalîzmê ye ku bi gotina Berktayî, wê têxe rêza "bireke mecbûriyên teqez, berdêlvanî û nivîskî (contractual-belênderî) di navbera derebeg û tebaa (de, ku hêmanên hiqûqî, polîtîk, leşkerî û dînî dihewîne."[14] Bruinessen bawer dike ku pergala Osmaniyan ji feodalîzma Ewropayê, li gel hin tiştên dî, di wan waran de cuda dibe: Osmaniyan kontroleke qewî li ser rêveberiya hiqûqê hebû, xwedanê erdî ne derebeg, le belê dewlet bi xwe bû û di Osmaniyan de konsepta "ked"ê nebû (1992: 153-54). Ji ber ku mîrê Bedlîsê "otorîteya hiqûqî" (qadî) ya xwe, bi xwe hilbijart, û lewre ji Stenbolê azad bû, divê ev mîrîtî wekî "awarte" bête qebûlkirin, ku "ji eyaleteka împaratoriyê zêdetir, bi rengê dewleteke derebegî" bû (rp. 169).
Bruinessen, nikare pergala mîrîtiyan a kurdan di nav pergala feodalîzma Osmaniyan ku bi qanûnan hatiye diyarkirin de, cî bi cî bike, lewre dibêje, paytext, Stenbol, "rêzikên xwe yên nivîskî berfireh dike." Konsepta "berfirehkirinê (transgression)", li vir, bi wateya bikaranîna hêzê ya yekalî ye, ji navendê ber bi qeraxê ve.[15] Her wiha, dîtina determînîstîk a Bruinessenî ya der barê hêza rêzikên nivîskî, ne di bin tesîra fetîşîzma-dewletê yan "fetîşîzma-dokumentan" a dîroknivîsiya kemalîst a imparatoriya Osmaniyan de ye.[16]
Ew, çavkaniyên xwe yên nivîskî an devkî (oral), bi rexnegirî kontrol dike (lêdikole), û gelek caran xwendevanî der barê "pêşdarazî" yên çavkaniyên xwe de hişyar dike. Bi rastî, wisa xuya ye ku pirtûka wî, yekane dîroka kurdan a ne-Marksîst e ku rabirdûyê di perspektîfa "mirovê sade" vedibêje, bi dîtineke "li jêr (binî)".[17] Jê wêdetir, wî yek avantajeke dî jî heye (ku qet nebe ji bo lêkolînerê xebatên li ser kurdan, ew avantaj kêm tê dîtin), ew dikare li ser dîrokê bi hizrên antropolojîstekê bixebite. Dîsa jî, ne ecêb e ku raveyên wî zêdetir nêzîkî çarçoveya dîroknivîsiya kemalîst a statîst in.[18] Dahûrandina teorîk, mn., cudakirina qanûn-dadweriyê ji ekonomiyê, an polîtîkayê ji ekonomiyê, dibe sebebê posîzyonên (dîtinên) kêmkirinî û determînîstîk (reductionist and determînîstîk). Lê belê, dîsa jî divê baş bête zanîn ku bingehên wan her du dîroknivîsiyan jêk cuda ne. Cihê ku kevneşopiya kemalîst, ji aliyê îdeolojî û polîtîkaya xwe ve, bi ji nû ve avakiririna dewleta Tirkan ve girêdayî ye,[19] tesbîtên Bruinessenî, di bin tesîra wan dîtinên teorîk de ne ku ew jî li dû polîtîkaya wî ya demokratîk tên.
Xebata Bruinessenî, hem bi serkeftin û hem jî bi kêmasiyên xwe ve, li ser dîroknivisya Kurdistana serdema mîrîtiyan, li gel hin çareseriyan ku pêşniyar dike, pirsên pir girîng jî dipirse. Di nav sînorên ku nivîskarî ji bo qada lêkolîna xwe danî de jî (li ser dilsoziyên seretayî hûr dibe), tesbîtên dîrokî yên li ser mîrîtiyan, ne dîroka polîtîkî, lê belê, civakî û ekonomîk in. Dîmeneke pêkhatinên sosyo-ekonomîk, têkoşîn û sazûmaniyên çînan, şerên nav-dewletî, û her wiha pêkhatina mîrîtiyan di warê polîtîk, kargêrî (admînîstratîf-rêveberî), dadwerî û serbaziyê de pêşkeş dike. Agahiyên (çavkaniyên-data) berfireh bi kar tîne, wek, raportên fermî, çavkaniyên kurdan, seyahatname, folklor, û çavkaniyên duyemîn. Her wiha, di navbera metodolojiya wî ya hemûkî (holistic), û lêhûrbûna teorîk (gerdîleyiya teorîk) de, ferq heye. Lewma, dîmena wî ya xweşik a rabirdûyeke hindik hatiye tomarkirin, bi daxuyaniyên state-sentrîst û legalîstîk, ku encama (ji) nebûna teoriyeke çak a feodalîzm û dewleta feodal e, hatiye şêlîkirin. Ji ber vê hindê, çarçoveya navend-qerax a xebata Bruinessenî, dîroka wî ya civakî dixure nav warê dîroka polîtîk. Xwe(even) dema konsepta "feodalîzm" ji bo ravekirina belgeyan tê bikaranîn (învoke) jî, wê (feodalîzm), bi desentralîzasyona hêza polîtîk ve dikin yek.
Bêyî agahiyên li ser pergala feodalîzmê, hêsan nîn e ku mirov civak û dîroka kurdan baş fêm bike. Bi nezera min, teoriya civakî ya marksîst, nexasim jî angaştên der heqê feodalîzmê de, ji bo lêkolîna dîroka kurdan çarçoveyeke çaktir pêşkêş dike. Materyalîzma dîrokî, feodalîzmê wek pergaleke civakî-ekonomîk (sosyo ekonomîk) dinirxîne; di vê teoriyê de divêt dîroknas, cureyên hilberînê (production) li gel têkilî û hêzên wan ên hilberînê, têkoşîn û sazûmaniyên çînan, şer û pêkhatinên (formation) îdeolojîk, sazûmaniyên polîtîk, dad, dîn, perwerdehî, ziman, mîmarî jî tê de çandên "materyal û giyanî, edebiyat, huner, muzîk, folklor û hwd. ji binî ji nû ve bike (reconstruct) û wan rave bike. Di vê çarçoveyê de, hemû parçeyên civakê, di hevjîn û şerên bêdawî de serbixwe ne. Her çend têkildarî bi feraseta dîroknasî ya der barê teoriyê de jî be, materyalîzma dîrokî, analîzkirina civakê wek parçeyên serbixwe û cuda, mîna dad, polîtîka, çîn, ekonomî, zayend, navend, qerax hwd. qebûl nake.
Teorî, xwe ji ramanên şovenîzma netewe û nêr dûr dixe, ku ew raman tevahiya dîroknivîsiya nasyonalîst dadigirin; dîroknasî wêrek dike (encourage) da ku dema niha û rabirdûyê bi perspektîfa bêxwedanan de bibîne.[20]
Wek sazûmanên civakî, gelemperî zanistî, û taybetî jî dîroknivîsî, bi tu awayî partîzan nabe. Her liv û bizava dîroknivîsiyê, veafirandina rabirdûyê ye. Mînak, dîroknivîsiya nasyonalîst a tirkan, rabirdûyê bi rêbazeke wisa ava dike ku dewleta kapîtalîst a Tirkan vejîne (reconstruct). Bi heman rengî, dîroknivîsiyên nasyonalîst ên kurdan jî, xizmetê ji armanca gelekî bê dewlet, ku li gera dewletekê de ye, dikin. Di her du rewşan de jî, armancên polîtîk û îdeolojîk serdest in. Her çend dewaya objektîfiyê bikin jî, dîroknivîsên dî jî aliyan digirin. Fikra "objektîfiyê" (neutrality), li ser ferzkirina "mimkûn e ku benîadem "objektîf" û "bê pêşbiryar" bin", ava bûye, hêj aşkartî (dirûvgirtî-substantiated) nîn e. Dibe ku yek bêje mesele (problematîk) hilbijartina dîroknasî ya di navbera "objektîfî" û "pêşbiryarî" yê de nîn e, lê belê di şêweya binbariya (commitment) wî de ye.
Çîroka jiyana Şeref-nameyê hêj nehatiye vegotin. Dîroka vê dîrokê, hem modela rêveberiya (governance) kapîtalîst û hem jî modela feodal, ronî dike. Di serdema feodal, berî çap ê de, li seranserê Împaratoriya Osmaniyan, Îran û Hindistanê hate weşandin (bi 35 destnivîsên ku tên zanîn, bnr. Soltanî 1997). Pirtûk, sedsala hefdehan de hate wergerandin bo tirkiya Osmanî. Her wiha, çapa yekem wergera wê ya di tirkiya nûjen de, li Komara Tirkan, di 1997'an de, demildest (derhal) bertekên sansûrê girtin. Di çapa a pirtûkê ya 1990'î de, dokûmentên der heqê dadgehkirin û dû re azabûna pirtûkê li dadgeheke Stenbolê de jî, di pirtûkê de cih girtin. (Şeref Xan 1990: 533-44). Komara tirkan xwest ku bizane ka mimkîn e Şeref-name, têkûzîtiya erdê dewletê tehdît bike.
Di serdemên pre-modern de, Şerefnameyê, di nav rêveberên mîritiyan de hîsa aîtbûna Kurdistanê belav kir. Wisa xuya ye ku gelek rêveberan ev pirtûk ne tenê bi awayekî sade xwend. Wan, Şeref-name kire dîrokeke zindî, berdewam a desthilatiya dewletê (mîritiyê). Hinek ji binemalên rêveberan, mn. Mukrî, Erdelan, ÃÅ gil, Palû, û Bana, ji bo beş an beşokan zayls an "paşko-supplement" nivîsîn, ku dîroka mînî-dewletên wan bi kurtî vedigot. Di serdema nasyonalîzma modern a kurdan de jî, Şerefname hêj şekl û şêwe dide nasnameyên (identity-kesayetî) etnîk û neteweyî. Çapkirina pirtûkê ya sala 1971'ê de, ji bo nifşa nû ya rewşenbîrên li Tirkiyê îsbat kir ku "kurdan jî dîrokek, cografyayeke (erdnigarî) baş binavkirî, şiyan û dezgeha xwe-rêvebirinê... heye." Ev "wek kifşkirina serzemîn an planeteka nû bû. Piştî Şerefnameyê, xwendekarên kurd ên zanîngehan dest bi xebitîna dîroka mîritiyên kurdan û saziyên polîtîk kirin" (Elturan 1998 6-7).
Şerefname yekem, û hê jî, berfirehtirîn dîroka kurdan e ku ji aliyê kurdan bi xwe hatiye nivîsîn. Wê, ku yek ji girîngtirîn berhema pergala feodal a kurdan e, pergala mîrîtiyê meşrû kir (meşrûyî da pergala mîritiyê). Pirtûk, dokûmentareka dîroka dirêj a têkoşîna kurdan a ji bo dewletbûyînê ye. Wekî dîrokeka çînên rêveber ên kurdan, ku nûnerekê navdarê wan nivîsiye, pirtûkê, mirovên kedkar, gundî, jin, gelên ne-kurd wek ermenî, asûrî û cihû, û hindikiyên kurdan wek êzîdî, pê çi nîn e. Hişmendiya (pozîsyon) îdeolojîk a pirtûkê her çi dibe bila bibe, aşkera ye ku nîqaşên me yên li ser Şeref-nameyê bi tesîra hişmendiyên xwe yên îdeolojîk, polîtîk û teorîk pêk tên. Lewma, înteraksiyonên têkel ên navbera nivîskar, deq, xwendevan û konteksta wan a dîrokî, gelek cur şîroveyan pêkan dike, hem azadker û hem jî bipaşveber (retrogressive).
Çavkanî
Berktay, Halil
1992a "The search for the peasant in Western and Turkish history/historiography," li Berktay û Faroqhi (1992), rp. 109-184.
1992b "Three empires and the societies they governed: Iran, India and the Ottoman empire," li Berktay û Faroqhi (1992), rp. 242-63. Berktay, Halil û Faroqhi, Suraiya (eds.)
1992 New Approaches to State and Peasant in Ottoman History. London, Frank Cass.
Bruinessen, Martin van
1992 Agha, Shaikh and State: The Social and Political Structures of Kurdistan, London, Zed Book Ltd. (paperback edition).
Challiand, Gerard û Rageau, Jean-Pierre
1984 Atlas de la découverte du monde. Paris, Boreal Express.
Cherepnin, L.V. û Pashuto, V.T.
1978 "Obrazovanie Russkogo tsentralizovannogo gosudarstva v sravnitel'no-istoricheskom aspekte (xvi-xvii vv.)," Voprosy Istorii, No. 2, rp. 41-53; "The formation of the centralized Rusian state in the comparative historical aspect (16th-17th centuries)" [abstract in English], rp. 222.
Dankoff, Robert
1990 Evliya Çelebi in Bitlis. Leiden, E. J. Brill.
Elturan, Burhan
1998 "Amidst the left, the right and the assimilated: The resurgence of Kurdish identity, the case of the DDKO," unpublished paper.
Falk, Richard
1993 "Sovereignty," The Oxford Companion to Politics of the World. New York: Weşanên Oxford University, rp. 851-54.
Finer, S. E.
1997 The History of Government from the Earliest Times. Vol. II. The Intermediate Ages. Oxford, Weşanên Oxford University.
Haldon, John
1993 The State and the Tributary Mode of Production. London, Verso.
Hall, Stuart
1984 "The state in question," li G. McLennan, D. Held û Stuart Hall (eds.), The Idea of the Modern State, Milton Keynes, Weşanên Open University, rp. 1-28.
Hassanpour, Amir
1996 Nirxandina Martin van Bruinessen, Agha, Shaikh and State: The Social and Political Structures of Kurdistan ( London, Zed Book Ltd.) di Iranian Studies de, Vol. 29, Nos. 1-2, rp. 200-204.
Hsiao, Liang
1975 "Reflections on the 'Discourses on the State Control of Salt and Iron'," in Selected Articles Criticizing Lin Piao and Confucius, Vol. 2, Peking, Weşanên Foreign Languages, rp. 116-41.
Inalcik, Halil
1980 "The question of the emergence of the Ottoman state," International Journal of Turkish Studies, No. 2, rp. 71-79.
Jwaideh, Wadie
1960 The Kurdish Nationalist Movement: Its Origins and Development, Unpublished Ph.D. dissertation, Syracuse University. Du volume.
Khani, Ahmed
1962 Mem û Zîn. Teksta kurdî ji aliyê M.B. Rudenko ve hatiye wergerandin û amadekirin, Moskova, Adademiia Nauk SSSR, Izdatel'stvo Vostochnoi Literatury.
K?ikavová, Adéla
1974 "Khani, Ahmade," Dictionary of Oriental Literatures. Volume III. West Asia and North Africa. London, George Allen & Unwin Ltd., rp. 103-104.
1979 "A contribution to the question of the formation of the Kurdish nation," ArchÃÂÂv OrientalnÃÂÂ, Vol. 47, rp. 145-60.
Meiselas, Susan
1997 Kurdistan: In the Shadow of History. New York: Random House.
Mellor, Roy E. H.
1989 Nation, State, and Territory: A Political Geography. London, Routledge.
Minorsky, Vladimir
1927 "Kurds," The Encyclopaedia of Islam, Vol. II, rp. 1132-1155.
1957 "Mongol place-names in Mukri Kurdistan," Bulletin of the School of African and Asian Studies, Vol. XIX, Part I, rp. 59-81.
Mustafa Ali
1979 Counsel for Sultans of 1581 a Mustafa Ali. Ji aliyê Andreas Tietze ve hatiye wergerandin û amadekirin, Wien, Verlag der Österreichischen Aakademie der Wissenschaften.
Nikitine, Basile
1956 Les Kurdes: Etudes sociologique et historique. Paris, Imprimerie nationale.
Özoğlu, Hakan
1996 "State-tribe relations: Kurdish tribalism in the 16th- and 17th-century Ottoman empire," British Journal of Middle Eastern Studies, V0l. 23, No. 1, rp. 5-27.
Cemîyeta Neteweyan, Komîsyona Mandayên Timî
1930 Minutes of the Nineteenth Session Held at Geneva from November 4th to 19th, 1930... Geneva, Series of League of Nations Publications, VI.A. MANDATES, December 29, 1930.
Lewinstein, Keith
1995 "Hukumah," The Oxford Encyclopedia of the Modern Islamic World. Vol. 2, rp. 139-43.
Pierson, Chrisopher
1996 The Modern State. London, Routledge.
Pîrbal, Ferhad
1992 "Kartografîî Ewropîyekan û yekemîn nexşey cugrafî ke nawî Kurdistanî têda hatuwe" Berbang, Vol. 11, No. 4 (No. 81), rp. 51-55.
1993 "Xöndineweyekî kartografîyaney ko?onîyalîzm le Kurdistan da", Rabûn, No. 6, rp. 61-81.
Ritter, Harry
1986 Dictionary of Concepts in History. New York, Greenwood Press.
Şeref Han
1990 Şerefname: Kürt Tarihi. Ji aliyê M. Emin Bozarslan ve ji erebî bo tirkiyê hatiye wergerandin. Istanbul: Weşanên Hasat.
Sharaf Khan Bidlisi
1964 Sharafnameh: Tarikh-e Mofassal-e Kordestan. Amadekirin ji Mohammd 'Abbasi, Tehran, Weşanên 'Elmi . (Reprinta çapa Kahireyê).
Soltani, Anwar
1997 35 Destnusî Şerefnamey Betlîsî le Kitabxanekanî Cihan. Jönköping, Sweden: Kitab-i Arzan.
Southall, Aidan
1968 "Stateless society," International Encyclopedia of Social Sciences. Vol. 15, rp. 157-168.
1996 "Tribe," Encyclopedia of Cultural Anthropology, Vol. 4, rp. 1329-1336.
Vasil'eva, E. I.
1967 "Predislovie," Sharaf-Khan ibn Shamsaddin Bidlisi, Sharaf-Name, Tom I, Moskova, Nauka, cc. 13-68; Summary, rp. 613-19.
1976 "Predislovie," Sharaf-Khan ibn Shamsaddin Bidlisi, Sharaf-Name, Tom II, Moskva, Nauka, cc. 12-36; Summary, rp. 347-50.
1991 IUgo-Vostochnya Kurdistan v XVII - nachale XIX vv.: Ocherki Istorii Emiratov Ardelan i Baban. Moskva, Nauka.
Yi-liang, Chou
1974 "Liu Tsung-yuan's 'A Dissertation on the System of Principalities,'" ji nav meqaleyên bijarte yên ku Lin Piao û Confucius rexne dikin, Vol. 1, Peking, Weşanên Foreign Languages, rp. 159-84.
[1]Tîrmeh 2001'ê hatiye nivîsîn
[2] Ji bo nirxandineka li ser konsepta "eşîr",bnr. Southall (1996). Di xebateke pêşdetir de Southall (1968) li ser 'civaka bê dewlet' xebitî.
[3]Divêt em li ser lêkolînên Şerefname, Mem û Zîn û çavkaniyên din ên ku berî sedsala bîstan hatine nivîsîn, gelek hişyar bin; da ku wateyên nû li têgihên wan zêde nekin, wateyên ku di navbera dawiya sedsala nozdehan û serê sedsala bîstan de, bi temasa li gel têgihên modern ên Rojava, hatine bi dest xistin. Mînak, Şeref Xan, ji bo vegotina (niqaşkirina) pêvajoya hikûmkirina li mîrîtiyan û dewletên Osmanî û Safewiyan, repertûvareka berfireh a têgihan bi kar tîne (mînak: saltanat, hikûmet, amirat, farmanfarm, dowlat, welayet, hwd.). Ji berkêmasiya çavkaniyên rêk û pêk, min nekarî xwe ji xeletiyên ku di encama modernîzekirina wateyên termînolojiyên kurd û farisan ên sedsala şanzdeh û hevdehan,xelas bikim. Ji bo xwendineke kurt liser wateyên hin ji wan terman ku vediguherin, li Lewînsteîn (1995) binêre.
[4] Peymana tixûb a 1639'an, derfet da Osmaniyan ku cihê xwe li Rojavayê Kurdistanê qayîm bikin. Li gorî Mînorsky (1927: 1146), "Piştî ku êdî tu sebeb nemabûn ku ji farisan bitirsin, tirka bi awayekî sîstematîk dest bi sentralîzasyonê kir". Ji 1650'î heta 1730'î gelek ji mîrîtiyên otonom ên li herêma Amed-Wanê hatibûn tepeserkirin (Jwaideh 1960: 39), û ev pêvajo di nîveka sedsala nozdehan temam bû.
[5] Tîpên c û cc ji bo kurteya "couplet-rêz" û "couplets-rêz (pirjimar)" hatine bikaranîn. Li dû wan jî hejmarên ji sê reqeman pêkhatî hene, ku ew jî hejmara rêzê (rêzan) a di çapa Mem û Zîn a Ehmedê Xanî ya ji aliyê Rûdenko hatiye çêkirin de nîşan dide (Khanî 1962).
[6] Di folklora kurdan de, baz nîşana (elameta) wêrankariya madî û manewî ye.
[7]Bnr. Mn., Cherepnin û Pashuto (1978) li ser sentralîzasyona dewleta feodal a Rûsyayê û lêkolîneke hevrûyî (comparative) a pêşketinên bi wî rengî li dewletên din.
[8]Wek konsepteke hevrikî(contested), li gorî Falk (1993: 851), "Dema ku mijar desthilatî be, cihê nêtariyê(neutral) pir kêm dibe". Jê wêdetir, di "rih û veguherînê" de, "desthelatî konsepteke Rojavayî ye, û heta vê sedsalê deverên din bi kar nedianî. ( Her wiha hin cureyên ne-Rojavayî jî hene.)" Wek "netewee", desthilatî jî konsepteke nûjen e ku ji aliyê Hobbes, Locke, Rousseau, û yên din ve cuda cuda hatiye bikaranîn. Wekî ku di vê meqaleyê de hatiye bikaranîn, ev ne bi wateya nûjen, bi rêya hêzê li "netewee" an "gel"ekî hukimkirin e, lê belê, di çarçoveya pergala feodal de, dewletek çiqas dikare bac û xizmeta leşkeriyê di deverên bin kontrola xwe de wergire.
[9] Der barê universaliya taybetiyên dewleta feodal, ji nav yên din, bnr, Fîner (1997: 870).
[10] Li gorî Pîrbal (1992; 1993), yekem car diyarbûna Kurdistanê li ser nexşeyekê, di sala 1076'an de di nexşeya Elî Kashgharî de pêk tê (li Challiand û Rageauyê dîsa hatiye çapkirin 1983: 62).
[11] Ozoglu nîşe dide, "Bruinessen dibêje ku ihtimal heye, rêvebirina navxweyî ya wan mîrîtiyan şêweya dewleta Osmaniyan ji xwe re model bijartibe, her çend bi şekleke kêmtir. Mîrîtiyên kurdan ên bi hûr û kûrî çînkirî (çînî), berî sedsala şanzdehan hene; herwiha, nisbet bi serdemên berê, belgeyên heyî mirovî qanih dikin ku polîtîkaya Osmaniyan a sancakkirina eşîrên kurda, prosesa çînkirinê vejand. Û ev jî, di sedsalên paşdetir de, bû sebebê peydabûna (pêkhatin) mîrîtiyên wek-dewlet ên kurdan" (rp. 24).
[12] Fikrên (ferzkirinên) bingehîn yên dîroknasên Tirk ên "dewletparêz (statîst)-nasyonalîst" ku difikirin ku dewleta Osmaniyan a bi qûdret (omnipotent), di "serdema zêrîn" a imparatoriyê, anku sedsala şanzdehan de, dikarî "plankirina ji navendê(central planning)" jî pêk bîne. Ev dîroknivîsîna "fetîşîstê-dewletê", ji bo serdemên wek sedsalên hefdeh û hejdehan lec heye, ji ber ku dewletê sentralîtiya (navendîtî) xwe ji dest dida (Berktay 1992b: 251). Li gor Ozoglu, "wextê ku di sedsalên paş de dewleta Osmaniyan zeîf bû...Kurdistan bi mîrên di pratîkê de serbixwe ve tiji bibû, û wan, ji bo Stenbolê tenê xizmeta bi gotinê dikir (tenê bi sergirêdan xizmet dikir)" (rp. 26).
[13] Bruinessen dibêje: "Fikra "eşîr, wek pêkhatina (avakirina) dewletê, lê belê, ne pêkhatina civakî û polîtîkî ku berî pêkhatina dewletê tê dîtin," di pêvajoya xebata warî (fieldwork) ya min de hêdî hêdî kete nav ramanên min û gelek bi riktir jî dema ku min piştre çavkaniyên dîrokî xwendin" (1992: 134). Li cihekî dî diyar dike: "Ji aliyekî ve, eşîr, wek ku di beşa berê de hatibû diyarkirin, bi ya min, dibe ku wek avakirina dewletê jî bêne nirxandin" (rp. 134, bal nîşanêyn balkişandinê yên deqa resen in; bnr, rp 8'an jî). Tesewwûra kurdan a wek gelekî "eşîrkî", di akademiyaya Rojavayî û hişmendiya nasyonalîst a ereb, faris, û tirkan de pir bi berfirehî hakim e. Bruinessen jî, ji bo Şeref-nameyê "dîroka eşîrên kurdan" dibêje ("Kurdistan", yekem rûpela bêhejmar di Meiselasê de 1997).
[14] Ev danasîn, ku ji Berktay (1992a: 118) hatiye wergirtin, û nirxandin jî aîdê wî ye, danasîna ku dîroknasên ne-Marksîst herî zêde hez jê dikin e. Mesela Ritter (1986: 164), danasîna feodalîzmê wisa pêşkeş dike, "Têkiliyeke leşkerî û polîtîk a serdemên navîn e ku li gorî vê têkiliyê, vassalek rêzê ji lordekî digire û dilsoziya xwe dide wî (yan jî sadakat), û ji ber wî jî derebegîtiyê werdigire (mn., piştgirî) -pirrî caran wek erd- kû bi wî awayî xwe wek şêrvanekê piştrast bike; her wekî gelek beşên Rojavayê Ewropa...ji sedsala neha heta sedsala sêzdehan.
[15]Meyla dewleta navendî (state-centrist), ne tenê di çarçoveya navend-qerax (centre-margin) a Bruinessenî, lê belê di zimanê ku bi kar aniye de jî aşkera ye. Bo nimûne, "Azadiyeke pir zêde ji malbata rêveber a Bedlîs ê re hatibû bexşkirin; dema mimkûn dibû wan (malbata rêveber) hêj zêdetir jî dixwest" (rp. 169, cihên îtalîk di pirtûkê de jî wisa ne). Li gorî wê dîtinê, navend (her çend dagirker û êrîşker), bi rewayî hêz û imtiyazan bexş dike, lê belê qerax, wek ku tu caran çav jê têr nabe, hêj zêdetir dixwaze. Li vir, rewayiya ku dîroknas ji du aliyan re bexş dike ne mîna hev e.
[16] Wekî ku Berktayî (1992b: 250-52) bal kişandiye, dîroknivîsiya statîst-nasyonalîst a tirkan di destê "fetîşîzma dokûmentan" de ye. Bo nimûne, tomarên dewletê yên nivîskî û yên memûrên wê ku pirî caran " ji Qralî zêdetir piştgirê qralî" bûn, ji xwe re wek rastî digirin.
[17] Ji bo nirxandineke berfireh a pirtûka wî, bnr. Hassanpour (1996).
[18]Ne tesadûf e ku tesbîtên nasyonalîst ên Ozogluyê (1996: 19, 25), di xebata Bruinessein de cihekî germ ji xwe re peyda dike
[19]Bnr. mn., rexneya (critique) Berktay (1992a) a "dewlet mîna xweda di dîroknivîsiya nasyonalîst a tirkan de."
[20] Ji bo lêkolînên Marksîst ên derbarê feodalîzm û dewleta feodal a di serdema Osmaniyan de bnr. Mn. Berktay and Faroqhi (1992) and Haldon (1993)