Kesayetiya Kurd
Lêkolînên civaknasîn
Xelek 6
Pêkhatina Kurd
( Rastî – Alozî – Ronahî )
Dr. Ehmed Xelîl
Wergêr: Heyder Omer
Dîroka gel ji bo kesayetiya wî goşeyeke/ istûnekî bingehîn e. Her tişt û agahiyên, ku di rûpelên pêşîn de li ser dîroka Kurd derbas bûne, piçekî pir hindik e, tenê me hinek ronahî avêtibû ser xêzên gelemper û xalên serek e; ew jî hinek xêz bûn, ku ji bo şirovekirina hin diyardeyên li gel kesayetiya Kurd hevbest in, sûdar in, her weha ew xêz û xalan dikanin me bigihînin hinek rastiyên dîrokî, û di heman demê de jî me li hember hin aloziyan rû bi rû bikin. Ji vir û pê de em dê wan rastî û aloziyan, bi kurtahî, ber pêş bikin.
Rastiyên dîrokî:
Dîroka pêşiyên Kurd me digihîne heft rastiyên jêrîn:
Rastiya yekemîn: Ji hêla demê de, hebûna Kurd li roavayê Asiyayê ne tenê digihîne çend sedsalan, belê bêtirî deh hezar sal digire; ji serdema kevirî Kevin ( Palyolîsî / Paleolithic ) de bigir, di serdema kevirî ya navîn ( Mîzolîsî / Mesolithic ) re derbas be, heya bi serdema kevirî ya nû ( Niyolîsî / Neolithic ),û serdema şaristaniya Helef ta digihîne serdema diyarbûna nivîsînê û împeretoriyan li roavayê Asiyayê berî zayînê.
Rastiya duwemîn: Hebûna Kurd li roavayê Asiyayê, ji hêla erdnîgarî de, wek çawa ji hêla demê de, gelekî Kevin e. Ewana welatê, ku lê cîwar bûne, ji ti kesên din nestandine; ew welat jî sê serî ye, sê ling e, ku çiyayê Ararat ( li tixûbên Qefqasiyayê ) seriyê bakur e, û çiyayên Zagros kêleka wî ya başûr-rohilat pêk tînin, û çiyayên Toros jî kêleta wî ya bakur-roava pêk tînin, û tixûbên rohilatê welatê nabera du çeman ( Mezoptamiya ) jî jêriya wî li başûr-roava pêk tînin. Ev erdnîgarî jî bi piranî çiyayî ye.
Rastiya sêyemîn: Pêkhatina Kurd berhema tevlihevbûna (întegrasiyon) rehî, çandî, polîtîkî û civakî ye, ku di navbera netewên Zagros yên Kevin, û netewên Arî, ku bi sedema koçbûnên mezin , ku li cîhana kevin de pêk hatibûn, hatibûne wê deverê.
Pêkhatina Kurd jî, di heman qunaxên ku gelên din tê re derbas bûne, derbas bûye, ewana di serdemên kevirî de wek komelên tekane bûn, di pey re bûne komelên êlan, û paşê jî ewan êlan hevdu girtine û ji hêlên çandî, civakî, polîtîkî û aborî de tev li hev bûne, û gîhane qunaxa pêkhatina ( netew/gel/milet ), û ji berî zayîna Îsa de bi navê Kurd hatine naskirin. Ev pêkhatin li ser erdnîgariya hevbeş, dîroka hevbeş, zimanê hevbeş û çanda hevbeş û pareke pir ji wekheviya rehî/nijadî rabû ye. Kurd, bi vê wateyê, pir an jî hindik ji gelên din cida ne(1).
Rastiya çaremîn: Şaxê Gotî, li dawiya sêyemîn hezar salên b. z, bingeha pêkhatina Kurd damezirand. Ev yeka jî li gor rêbaza ( rû bi rû û bersivdanê ) ya ku dîrokzanê Îngilîz Arnold Tuwênbî dîroka mirovaniyê pê şirove kiriye, pêk hatibû.
Rû bi rû ew bûye, ku netewên Zagros, di çarîka dawî ya sêyemîn hezar salên b. z de, li hember dewleta Akkad, ku çavên xwe berdabûn Mezopotamya, rû bi rû bûn; Şahên Akkad car li pey carê didan ser netewên Zagros, gund û bajarên wan kavil dikirin, xêr û bêrên wan didizîn, û ew mîna koleyan li bazaran difroştin.
Bersivdan jî ew bûye, ku niştevanên Zagros di bin sîwana şaxê Gotî de li hev kirin, yekbûn peyda kirin, û serî li hember împeretoriya Akkad hildan, û sala (2230 b.z) ew gêr kirin, û destlata xwe gîhandin deverên pêşiyên Kurd, ji Loristanê li hêla başûr û rohilat, heya bi gola Urmiyê û ya Wanê li hêla bakur, û tixûbên Meletiyê li hêla roava. Bi vî awayî jî heyam ji bo belavbûna çandeke lihevhatî, di wê erdnîgariyê de peyda kirin.
Rastiya pêncemîn: Tiştên ku Gotiyan dest pê kiribûn, Horiyan/Mîtaniyan dom kirin, di dema derdora nîvê duwemîn hezar salên b. z de, pêşiyên Kurd ji du waran de rû bi rû bûn; ji hêla rohilat de li hember dewleta Aşor, û ji hêla roava de li hember dewleta Hissî rû bû rû bûn.
Bersivdan jî kete destên şaxê (Mîtan) yê Horî, ku rêvebirî kirin, û ji pêşiyên Kurd pêkhateke polîtîkî û çandî lihevhatî, ku ji Kerkûkê heya bi kenarên derya Spî digirt, ava kirin. Cefayên Gotiyan, yên berê, rê li pêş Mîtaniyan ji bo avakirina wê hêsan kiribûn, û derfet ji bo belavkirina çanda arî di nav civakên pêşiyên Kurd de, li her deverên destlata wan, peyda kiribûn.
Rastiya şeşemîn: Medan destkeftinên Gotiyan û Mîtaniyan dom kirin. Rû bi rûtiya ku pêşiyên Kurd, di dema destpêka yekemîn hezar salên b. z de xwe li hemberê dîtin ew bû, ku împeretoriya Aşor, ya zorkar li hember wan derket.
Bersivadan jî kete destên Medan, ku rêberiya pêşiyên Kurd kirin, û li hember împeretoriya Aşor rabûn, û ew têk birin, û împeretoriya xwe ava kirin, ewê împeretoriyê ji çiyayên Hindokoş li Efganistanê heya bi kenarên derya Spî, û ji tixûbên Qefqasê heya bi Loristanê digirt, girintirîn karê, ku wan kiribû, ew bû ku wan nasnameya arî, bi wateya wê ya çandî, di nav civakên pêşiyên Kurd de bi cih kirin, vê lomê jî Med ji bo avakirin û pêkhanîna pêkhata Kurd ji her warên erdnîgarî, çandî û şaristanî de, hukardartirînên pêşiyên Kurd in.
Rastiya heftemîn: Piştî ku şahê Faris; Qembîz ( Cambys ) kurê Qoreşê duwem, sala (522 b. z) tembiya (wesiyet) xwe danî, û ji entilcênsiya Farisî xwast, ku her hewildanên ji bo nûavakirina dewleta Med têk bibin, hino hino ser navê Med hate girtin. Mebesta vê gavê jî ew bû, ku bîriya roavayê Asiyayê û ya cîhanê tev, ji her tiştê navdariya dewleta Med bi bîr tîne, vala bikin. Pê re jî şahên Farisan her tim hewil dan, ku civaka Med ji navenda tevgera şaristaniya roavayê Asiyayê bi derxînin, û wan têvedin kêlekên dîrokê yên bê wate, û bidin xuyakirin, ku civaka Med yekeke gundî paşve mayî ye, tenê parastina mandinê qisaweta wê ya binghîn e.
Navê (Med) di çarçewa wan nîran de wenda bû, û navê (Kurd) şûna wî girt. Di pey re jî Kurd bi vî navî derbas bûn serdemên Parsî, Sasanî, Romanî, Bîzentî, û di dû re, ji nîvê sedsala heftemîn piştî zayîna Îsa, bi vî navî derbas bûn serdema dewleta erebî ya îslam û serdemên nû.
Alozî û ronahî:
Li kêlek wan rastiyên jorîn, sê alozî serên xwe li pêş lêgervanê dîroka Kurd hildidin: Yek ji wan li gel pêkhatina Kurd, ya din li gel navê Kurd, û ya sêyemîn li gel navê Kurdistan têkildar in.
1. Aloziya pêkhatina Kurd
Ev alozî bi vê pirsê tê kurt kirin:
Çi belgeh, an nîşana dîrokî û zanistî heye, ku Zagrosiyên kevin û Ariyên tev li wan bûne rasteqîn pêşiyên gelê Kurd in?.
Ji bo ravakirina vê aloziyê, em dê van tîrêjên jêrîn pêşkêş bikin:
Tîrêja yekemîn: Hemî lêgervanên, ku dîroka roavayê Asiyayê vekolane, çi rohilatî ne, û çi jî ewropî ne, teqez kirine, ku diyarbûna destpêk, an jî berbanga şaristaniyê li welatê Kurd rû daye. Her weha ewana teqez dikin, ku Someriyên bingeha yekemîn şaristaniyê li başûrê Mezopotamya (başûrê Îraqê ya nûka) ava kirine, lawên (kurên) çiya bûn, yên welatê Kurd yê nûka, û hemî neteweyên, ku bi navên: Lolo, Gotî, Sobarî, Kaşo, Horî (Mîtanî), Man-nay, Xeldî (Orarto) û Med hatine navandin û naskirin li wî welatê, ku paşê bi navê (Kurdistan) hatiye naskirin, jiyane.
Tîrêja duwemîn: Lêgervanan çi agahî li ser pişaftina û dawîlêhatina wan neteweyan, û valabûna welatê wan ( ku paşê bi Kurdistan hatiye naskirin) ji rûniştevan, diyar nekirine, belê berevajî vê yekê, gelek agahî û belgeh hene, teqez dikin, ku ev welat, ji roja şikestina dewleta Med û heya îro, bê rûniştevan nemaye. Ji bo rastiya vê boçûnê, mirov dikane şoreş û raperînên li dij Exmîniyan radibûn, û bûyerên ku li dirêjiya serdemên Siloqî, û Parsî û Sasanî diqwimîn, bi bîr bîne, wek nakokiyên navbera Parsiyan û Siloqiyan, û yên navbera Parsiyan û Roman, û di dû re jî yên navbera Sasaniyan û Bîzentiyan, û paşê jî yên navbera Sasyniyan û Erebên misilman(2).
Tîrêja sêyemîn: Piştî koçberiya Med li dawiya du hezar salên berî zayînê, û ya Sikîs (Scythians), (ewên, ku didan pey Sîmmir (Kîmmir-Cimmerians) û berî sala (674 b. z) li welatê Med diyar bûne(3), dîrokzanan qala çi agahiyekê li ser koçên mezin, ku ber bi welatê Kurd yê nûka de hatine, nekirine. Her weha ev pergal di serdemên Exmînî, Siloqî, Parsî, Sasanî û Ermenî jî di dema Tîkranê mezin de, ku sala (54/55 b. z) miriye, nehatiye guhertin. Ewana tenê, ji bo welatê Kurd bixin bin destên xwe, li hember hevdu radibûn û şer dikirin, lê koçberî vî welatî nebûn. Bi gotineke din, mirov dikane bibêje, ku ewana revendên hikumdar bûn, hebûna wan jî ewqas ne pir û fireh bû, belê wek rewşa, ku li her welatekî bindestên biyaniyan, bû.
Tîrêja çaremîn: Li derdora nîvê heftemîn sedsala piştî zayîna Îsa Erbên misilman gîhan welatê Kurd, destlata Farisan têvedan û şûna wê girtin, ewana ji çîna hikumdar bûn, pirêcaran kar û barê rêvebiriya deveran didan destên waliyên kurd, pêşiyên wan jî êlên Erebên koçer dihanîn da pezên xwe li deverên kurdan, yên bindest kirine, biçêrînin. Hinek şaxên wan êlan gîhan bakur-roavayê welatê navbera du çeman, di nav de hin deverên Kurd jî, bermayên vê yekê heya îro jî di navê bajarê (Diyar Bekir), yê kurd, ku li bakurê Kurdistanê ye, de diyar e; ev nav ji navê êla ereb (Bekir) hatiye wergirtin, lê navê dîrokî yê navdar, yê vî bajarî Amed e (Amîd), di serdemên îslamê de ji bo gelek zanyaran bûye paşnav. Navê (Diyar Bekir) di serdema Osmaniyan de şûna navê (Amed ) girt, û (Diyabekirlî) wek paşnav şûna (Amîdî) girt.
Tîrêja pêncemîn: Di sala ( 429 k / 1037 z ) de gurûpekî Tirkmenên Xiz ( Oxoz ) hêriş welatê Kurd kir, lê pir neçû, êlên Kurd xwe dane ser hev, Tirkmenên Xiz ji ber wan reviyan, û hinek ji wan ber bi Ermenistanê de çûn, û hinek jî li deverên roavayê Asiyayê belav bûn, û nikanîn li welatê Kurd cihekî bi dest xînin(4). Di pey vê yekê re Tirkmenên Silcoq hatin, û dan ser roavayê Asiyayê, welatê Kurd jî di nav de. Piştî ku ewana, sala (447 k / 1055 z ) ketin Bexdayê, derbas bakurê Kurdistanê jî bûn, û sala (449 k / 1057 z) dewleta Dostikî (Merwanî) bindest kirin, û sala (478 k / 1086 z) jî bi tevayî gêr kirin, lê tevî vê jî ewana li Kurdistanê bi cih nebûn, belê ji xwe re kirin riya derbasbûnê bo Asiyaya biçûk ( roavayê Tirkiye ya nûka)(5).
Tîrêja şeşemîn: Di navbera herdu salên ( 625 – 628 k ) welatê Kurd, nemaze jî deverên rohilat û bakur, bû armanca hêrişên Xuwarizmê, bi rêvebiriya Celal Dîn ê Xuwarizmî, yê ku ji ber hêrişên Mongolan direviya, lê pir neçû, ew mir û leşkerên wî ji hev balav bûn(6). Di pey re, li derdora sala ( 655 k ) Mongolan dan ser başûrê Kurdistanê, û ji xwe re kirin wek rê, hem ji bo derbasbûna Bexdê; paytexta dewleta îslamê, û hem jî ji bo derbasbûna Sûriyê, li herdu waran jî Kurdan berxwe da, û ew jî li Kurdistanê bi cih nebûn(7).
Tîrêja heftemîn: Piştî hêrişa Mongolan, Teteran jî di navbera herdu salên ( 796 – 805 k ) bi rêvebiriya Teymûrlink dan ser Kurdistanê, û ji xwe re kirin wek rê, da hêrişan bajon ser Osmaniyan li Asiya ya biçûk(8), û li Kurdistanê bi cih nebûn. Her weha Kurdistan ji sala (1506 z) heya sala ( 1639 z ) meydana/gorepana şerên Osmaniya û Sefewiyan bû. Di evê sala dawî de; ango sala (1639 z) Kurdistan di navbera herdu dewletên Osmanî û Sefewî de, li gor hevpeymana ristina sînoran, hate parvekirin(9).( Ev hevpeyman di dîrokê de bi navê (Qesir/Seraya Şêrîn) hatiye navandin, û di dema siltanê Osmanî Muradê çaremîn de hatibû girêdan. Wergêr).
Tîrêja heyştemîn: Hemî gurûp û neteweyên dabûn ser Kurdistanê talanker bûn, li welatê Kurd bi cih nebûn, tenê ewana deverên ku bi dest xwe xistibûn, bi alîkariya hin rêberên Kurd, bi rê ve dibirin, û Osmaniyan hin revendên Tirkmenan li ser rê û deverên stiretejîk, nemaz yên tixûbên başûr-roavayê welatê Kurd, çandin, da destlata xwe li ser welêt û rûniştevanan, bi alîkariya wan, xurt bikin. Di rêvêçûna dîrokê de, talankeran her tim ev kar kirine.
Tîrêja nehemîn: Di serdemên îslamê de, ji nehemîn sedsala zayînê de heya bi sedsala nozdemîn gelek hukmetên kurdî li welatê Kurd ava bûn, ji wan: hukmeta Rewadî li Ezirbeycanê ( 230-618 k ), hukmeta Hesnewey li Hemedanê (330-405 k), dewleta Dostikî li Kurdistana Naverast (350-478 k), hukmeta Enaziyê li Hilwanê ( 380-446 k), hukmeta Lor li Loristanê (570-1250 k), hukmeta Erdelan li başûr-roavayê Îranê (617-1284 k), mîrnişîna Betlîsê, ku Osmaniyan sala (1836 z) dest dane ser, mîrnişîna Baban li başûrê Kurdistanê, ku Osmaniyan sala (1850 z) dest dane ser, û mîrnişîna Hekarê li Kurdistana naverast, ku Osmaniyan sala (1845 z) dest dane ser.
Pirsa ku li vir diyar dibe, ev e: Eger welatê Kurd, ji dema şikestina dewleta Med sala (550 b.z) ne welatekî vala bû, û hemî talankeran jî demografiya wî neguhertine, û gelek hukmetên kurdî lê ava bûne, her weha dîrok jî nabêje ku kesine din, ne ji jor ve bi ser kurdistanê de barîne, û ne jî ji xakeke/erdeke din hatine. Eger ev rastiyan hemî li meydanê hene, ma gelo ev gelê ku li vî welatî bû, û heya îro jî lê ye, kî ye? Gelo ravakirineke dîrokî û logîkî ye din heye, ku bibêje ev gel ne Kurd in, û ne neviyên wan pêşiyên kevin in?.
2 Aloziya Navê Kurd
Ev alozî di vê pirsê de tê kurtkirin: Rastiya navê (Kurd) çî ye?. Gelo pêşiyên Kurd ev nav hilgirtibûn? Çima ev nav tenê di jêderên erebî îslamî, yên heftemîn sedsala piştî zayînê de, diyar dibe?.
Ji bo ravakirina vê aloziyê, em dê van tîrêjên jêrîn diyar bikin:
Tîrêja yekemîn: Hêmanên cîgeh, civak, polîtîk û rêvebiriyê li ser navandina gelan hukardar in. Wek nimûne: Navê Aramiyan di neqşên Aşor de bi awayê (Exlamo / Akhlamu) bûye, Someriyan koçerên başûr-roavayê Mezopotamya bi (Emorî), ango (Roavayî) navandin, navê (Fînîq) ji bêjeya yonanî (Phoini); ango (Sorê dagerî) hatiye, dîrokzanê bîzentî Pirokopiyos, yê ku di şeşemîn sedsala piştî zayînê de jiyaye, Ereb bi navê (Sarasîn); ango (Rohilatî) navandin, Rûs, Sirb, Polon, û Çîk li ba Rom bi navê (Sulav); ango (Kole) navdar bûn, ji ber ku piraniya koleyên împeretoriya Rom ji wan miletan bûn. Her weha Finlendiyan Alman bi navê (Saksa), yê ku ji (Sakson) hatiye wergirtin, navandine, û navê newetwî yê Almanan Doyç e (Deutsch), û Rûsan ew bi navê (Nîmîts), û Firansiyan jî bi navê (Alman) nasandine(10).
Tîreja duwemîn: Navê (Kurd) jî wek navên pir gelên cîhanê mijara guhertinê bû. Someriyan Kurd bi navê hevedudanî ( Kur-du ) an jî ( Kur-tu ) navandin; wateya wî jî (kesê çiyayî ye), şahê Aşor, Tikoltî Nînorta yê yekemîn (1233-1197 b.z) jî navê ( Qûrtî) û ( Kûr-ti-i) û Qûr-di-i) li wan kiriye. Eger em li gor çespandina Arşak Savrastiyan herin, ku gava tîpa (r), di zimanên hind-ewropî de li pey ya (u) dikeve, ew tê avêtin, dê sayî were xuyakirin, ku bingeha bêjeyên ( Gotî, Kotî, Kurtî ) yek e. Tiştê vê boçûnê diçespîne ew e, ku şahê Aşor; Tîglat Pilaserê yekemîn; ( Tîgalhpilaser 1 (1114-1076 b. z) da ser welatê Gotiyan, û navê rûniştevanên wî bi awayê ( Qûrti) tomar kir, pê re jî xaka/erdê ku li derdora çemê Xabûr dikeve, di tablowên Hissî û Babilî de, bi navê ( Mat Kurda ki ); ango ( welatê Kurd ) hate bi navkirin, ji ber ku peyva Somer ( Mat ) wateya ( Xak/Erd ) dide, û paşpirtika (Ki) jî ji bo naskirinê ye(11).
Tîrêja sêyemîn: Kurdolog ( Kurdnas) Mar di lêkolînên xwe de hevbestên çespandî di navbera Kurd û Med de, di belgehên Exmînî de dibîne, û jê ve tê xuyakirin, ku kurd ji gelek waran de neviyên Med yên yekser in. Gava em zanibin, ku peyva (Med/Mad) awayek e ji awayên peyva (Mat) ya Somer, û wateya wê (Erd/welat) e, dê were xuyakirin, ku navê (Med) yekekî erdnîgarî ye, û paşê jî gelê, ku ji hevgirtina êlên wê xakê pêkhatiye, pê hate naskirin. Eger em vê agahiyê bidin kêlek zanyariyên, ku dibêjin rûniştevanên wî welatî berî Medan bi navê (Gotî/Kortî/Qortî/Kordî) dihatine naskirin, wek çawa berê jî me diyar kiribû, dê bê guman were xuyakirin, ku (Gotî/Kortî/ Qortî/ Kordî/ Med) navên yek gelî ne(12).
Tîrêja çaremîn: Awa û şêweyê bilêvkirina navê (Kurd) di rêveçûna dîrokê de cirbecir bû; ew li ba Somer bi (Kotî-Gotî-Jûdî-Kurtu-Kurdo) hatin naskirin, di nivîsînên îlamî de jî navê wan (Kurtaş) bû, û li ba Aşor û Aramiyan jî navê wan (Gotî-Kurtî-Kartî-Kardo-Kardaka-Kardan-Kardak) bû, Babiliyan jî di serdema xwe ya dawî de ewana bi ( Oman-Manda) navandin, Yonan û Romanan jî navê (Kurd-Kurdha) li Kurd kirin, û bi zimanê tirkî (Kûrt,Kûrtler) tê gotin. ( Gava tîpa (d) di zimanê tirkî de li dawiya peyvê dikeve, ew pirêcaran bi tîpa (T) tê guhertin; ango Kûrd dibe Kûrt, û paşpirtika ( ler) jî nîşana gelejmarê ye. Wergêr). Her weha Ermenan jî Kurd bi navê (Kurdoîn-Kurcîx-Kurtîx-Kurxî), û Siryanan bi navê (Qurdenaye); yekejmara wî (Qurdane) ye, navandin(13).
Tîrêja pêncemîn: Dawî, hemî şêwe û awayên navê pêşiyên Kurd bi şêweyê (Kurd), ku gelejmara wî (Kurdan) e, hatine komkirin. Rêveçûna dîrokî jî dide xuyakirin, ku ev şêwe di nîvê dawî yê serdema Parsî ( nêzîk sala250 -226 b. z ) de hate xebitandin û belav bû. Ev yeka di nameya Erdiwan; dawîtirîn şahê Parsiyan, ku ji Erdeşêr kurê Babik; yekemîn şahê Sasan re şandiyê, û gef û gur lê kirine, de xuya ye, ji ber ku navê (Kurd) di namê de dixebitînê, gava dibêje “ Ey kurdê, ku di bin konên Kurdan de perwerde bûye, kê destûra wî tacê, ku te li xwe kirî yî, û welatê, ku te dest danî yî ser, û şahên ku te şikênandinî, û dest danî yî ser hemwelatiyên wan, daye te?”(14).
Tîrêja şeşemîn: Şêwe û awayê dawî yê ( Kurd-Kurdan) gîha serdema Sasanî (226-651 z), û gava Erebên misilman şûna Sasaniyan girtin û dest dan ser welatê Kurd, ev şêwe; ango (Kurd) derbas serdema Erebî-Îslamî jî bû, her weha şêweyê (Kurdan), li gor tirazûwa (Eeُ-rab), bi mebesta erzankirinê, bi (Ekrad) hate erebkirin, da bi wê boçûnê re lihev were; ew boçûna, ku dibêje: Kurd ji navenda tevgera şaristaniyê bo keviya wê hatin bi dûrxistin, û bi bandora polîtîkaya Farisan jî wek koçer û gundî, ku tenê ji bo pasastina hebûna xwe dixebitin, hatin salixdan, mebesta wan.
3.Aloziya erdnîgarî
Hatiye zanîn, ku navê (Kurdistan) di serdema şahê Silcoq; Sencer kurê Melîkşah kurê Elb Erselan (sala 552 an jî 555 k miriye) de diyar bû; ewî ev navê (Kurdistan) li welatê Kurd, yê ku bi navê (Guhistan/kohistan), ango (Herêma çiyan) dihate naskirin, kir; ev beş li roavayê Îranê, navbera Ezirbeycanê li bakur û Loristanê li başûr, diket, û herêmên Hemedan, Dînewer, Kermenşah û Sine di xwe de kom dikir(15). Her weha hatiye zanîn, ku navê (Kurdistan) di nexşeyên (Xerîte) dewleta Osmanî de, di dawiya sedsala hefdemîn de diyar bû, û sê wîlayetên Dêrsim, Mûş û Amed digirt(16).
Ev aloziya erdnîgarî bi vî awayî diyar dibe: Ev welat cîgehê pêşiyên Kurd, yên di dîrokê de beriya bêtirî 30î sedsalan b.z hatine naskirin, bû, û cîgehê miletekî bû, ku bi kêmanî di serdema Parsî/parthî (Aşganî) de, û li dirêjiya serdema Sasanî, û li dora 500 sal ji serdema Erebî-Îslamî, bi navê (Kurd) hatibû naskirin. Lê gelo çima diyarbûna navê (Kurdistan) bi paş de ma, û li dirêjiya wan sedsalan diyar nebû?. Çi nîşan û belgehên dîrokî zanistî hene, ku erdnîgariya bi navê (Kurdistan) tê naskirin, ya pêşiyên Kurd; Zagrosiyan û Ariyan bû?.
Ev tîrêjên jêrîn dikanin vê aloziyê rava bikin:
Tîrêja yekemîn: Hêmanên cîgeh, polîtîk û rêvebiriyê, wek çawa hukariyê li navên gelan dikin, li yên welatan jî hukardar in. Wek nimûne, welatê, ku nûka bi (Tirkiyê) tê naskirin, nîvê wî yê roava, beriya nêzîkî sala (1750 b.z) şûnwarê Hissiyan bû, di pey re Firîc ji Teraqya hatin, û li derdora sala (1200 b. z) împeretoriya Hissî hilweşandin, û şahnişîna Firîc li şûna wê, li ba çemê Halis ( Qizil Îrmaq ) li hêla rohilat ava kirin, lê Sîmmiriyan, li derdora sala ( 696 b. z ) ew têk birin. Di pey re Lîdî li wî wlatî, di navbera herdu salên ( 670-652 b. z ) de diyar bûn, û Sîmmir têk birin, pê re jî para pir ji wî welatî bi ( Lîdiya ) hat navandin, lê Farisan sala ( 547 b. z ) ew dagîr kirin, û paşê jî, sala ( 333 b. z ) Yonanan bi serokatiya Îskender ew dagîr kirin. Di pey re ew wlat bû parek ji dewleta Rom, ku paşê navê wê bûye (dewleta Bîzent), û di pey re jî bi navê ( dewleta Silcoq ya biçûk ) hate navandin, ta ku li dawiyê bû navenda (dewleta Osmanî), û di yekemîn çarîka sedsala bîstem de, piştî herifandina dewleta Osmanî, navê wî welatî bû Tirkiye(17).
Tîrêja duwemîn: Cidabûna navê ( Kurd ) bi boneya çar sedeman bû:
a. Dewletên derdorê hinek ji wan navan çê kirin, ew jî di navbera nivîsînên mîxî û belgehên fermî yên wan dewletan re gîhane me.
b. Ew navan, piştî, ku bilêvkirina wan ya bingehîn hatiye guhertin, gîhane me, ew guhertin jî bi bandora cidabûna dengdêrên her zimanekî, û newekheviya e.b.cêyên Somer, Akkad, Babil, Aşor, Îlam û Farisan bûn.
c. Ew navan careke din, bi bandora cidabûna bilêvkirina dengdêran di nivîsînên Yonan, Latîn, Misir (Hêroxlîf), Ermen û Siryanan de, hatin guhertin.
d. Cara sêyemîn, ew navan di serdema nû de, dîsan bi bandora cidabûna bilêvkirina dengdêrên zimanan hatin guhertin, ji ber ku lêgervanên, ku ew navan ji tablowên heriyê û jêderên kevin wergirtine, Alman, Firansî, Îngilîzî, Emerîkî, Rûsî, Ermenî û hinên din bûn, û her yekî li gor zimanê xwe bilêvdikirin, û gava ew navan, di lêgerînên lêgervanên Ereb de hatin erebkirin, guhertinên dengdêrî hîn cidatir bûn.
Tîrêja sêyemîn: Deverên welatê Kurd bi navên hevgirtinên êlên serdest dihatine navandin, û wateya erdnîgarî ya her navekî li gor firehbûn û tengbûna destlata wan hevgirtinan, fireh û teng dibû, pê re jî beşê başûr bi welatê (Lolo) dihate naskirin, û di beşê navrast de jî navê (Gotyom); ji (Gotî) hatiye wergirtin, û di beşê bakur-roava de jî navê ( Sobarto) û navê welatê Horî ( Xorî ) diyar bûn, û paşê jî welatê Horî bi navê ( Mîtan ) hate navandin. Digel hindê jî navên ( Man-nay ) û ( Orarto ) diyar bûn.
Tîrêja çaremîn: Gava Hevgirtina êlên Med pêk hat, navê ( Med ) di belgehên Aşor de diyar bû, û gava dewleta Med destên xwe dane ser hemî welatê pêşiyên Kurd ( Lolo, Gotî, Sobarî, Horî, Man-nay, Xeldî ), welatê wan pêşiyan bi navê ( Med ) kete dîrokê, û bi vî navî jî li gel miletên din hate naskirin. Piştî ku Farisan sala ( 550 b. z ) dewleta Med herifandin, Med bû beşekî dewleta Faris, û li gel herêma Babil giringtirîn du herêmên wê dewletê, di pey herêma Faris re, pêk dihanî.
Tîrêja pêncemîn: Di dema hêrişên Îskender, û serdema dewleta Siloq de, welatê pêşiyên Kurd hîn jî bi navê ( Med ) dihate naskirin. Xuya ye, ku ev nav di serdema Parsî de hino hino jar dibû, û di serdema Sasanî de jî bi carekê hate rakirin, û beşên wî yên naverast û başûr bi navê ( Gohistan ) ango ( welatê çiyan ) hate navandin. Bi ser de jî Sasaniyan beşê bakur yê welatê Kurd dane ser Ermenistanê, û herdu jî bi navê Sutrab ( Ermenistan ) kirin herêmek, û gava Erebên misilman şûna Sasaniyan girtin, û destên xwe dan ser wî welatî, xwe bi ser rista rêvebirî ya Sasaniyan de pal dan, û navê ( Gohistan ) hate erebkirin û bû ( herêma çiyan ), bi zimanê erebî ( iqlîm el-cîbal ) e, lê beşê bakur yê welatê Kurd, ji hêla rêvebiriyê de, wek behreke (parek) Ermenistanê ma(18).
Rastî ew e, ku tevdîrên tunekirinê, yên ku destlata Farisan berî Îslamê, li gor tembiya Qembîz, pê radibû, bûn sedem, ku Kurd bidin alîkî, û hewil dan ku serkeftin û navdariya wan yên serdema Med ji bîriya cîhanê bi derxînin. Bi bandora wan tevdîran wêneyê Kurd riswa kirin, û welatê wan hate perçekirin, û başûrê wî wlatî bi ser herêma Farisan de, û bakur jî bi ser Ermenistanê de, û roava jî bi ser Babil de hatin xistin, û bi her awa û şêweyî kar hate kirin, da rê li pêş avakirina pêkhateke kurdî ye polîtîkî ye serbixwe were girtin.
Rast e, ku hêrişvanên Selcûq û Osmanî belayên mezin bi ser welatê Kurd de hanîn, û ziyanên giran, ku nîşan û bermayên xwe heya îro jî li ber çavan in, gîhandin wan, lê eger em çavan li hember mebesta wan ya rêvebirî bigirin, divê rola wan, ya erênî, ji bîra nebe; bi bandora wê rolê navê Kurd û erdnîgariya kurdî ji tariyên dîrokê careke din derketin ber ronahiyê, û bi awayê fermî yê belgehane hatin xistin ber guh û pêş çavên cîhanê.
******** **** ********
Not û jêder:
(1) ji bo danasîna reh, netew, gel û milet, veger xelaka duwemîn ya vê lêkolînê.
(2) Biner: Will Durrant: Çîroka şaristaniyê, cild 1, 2/ 422. Wîlyêm Langer: Firehtirîn dîroka cîhanê, 1/216. Ehmed Adil Kemal: Riya Medayên, rû 104-105. Ebdil-Hekîm El-Zennon: Bîriya yekem, rû 151. Cemal Reşîd: diyarbûna Kurd di dîrokê de, 1/249-250.
(3) Hêrodot: Dîroka Hêrodot, rû 298. Diyakonov: Med, rû 250.
(4) Ehmed Kemal El-Dîn: Selcoq, rû 25.
(5) El-Esfehanî: Dîroka dewleta Selcoq, rû 14-15. Ibin Ebî El-Heyca: Dîroka Ibin Ebî El-Heyca, rû 104. El-Fariqî: Dîroka El-Fariqî, rû 236.
(6) El-Hemedanî: Komkerê dîrokan, 1/281-282. Ibin El-Esîr: Dîroka tewaw, 12/481-500.
(7) El-Hemedanî: Jêdera berê, 1/281-320.
(8) Ibin Erebşah: Susretên belayên Teymûr, rû 73-76, 124, 128, 398.
(9) Ebbas Simaîl Sebbax: Dîroka têkiliyên Osamnî-Îranî, rû 46-47. Yêlmaz Oztona: Dîroka dewleta Osmanî, 1/219. Munzir El-Mûsillî: Ereb û Kurd, rû 179, 196, 202.
(10)Spîtîno Moskatî: Şaristaniyên Samî yên kevin, rû 177. Ebdil-Hemîd Zayêd: Rohilatê nemir, rû 237. Ehmed Fexrî: Lêkolînên dîroka rohilatê kevin, rû 107. Cemal Reşîd: Jêdera berê, 1/174. Gurûpekî lêgervanan: Kerkûk, rû 116.
(11) Arşak şavrastiyan: Kurd û Kurdistan, rû 30. Cemal Reşîd: Jêdera berê, 2/15, 17-18, 1/179-180.
(12) Nîkîtîn: Kurd, rû 59.
(13) Hinek ji van navan di van jêderan de derbas dibin: Nîkîtîn: Jêreda berê; jêr rûpela 45, not 3. Diyakonov: Jêdera berê, rû 83, 305-311. Cemal Reşîd: Jêdera berê, 1/227-229, 2/58.
(14) El-Teberî: Dîroka El-Teberî, 2/39.
(15) Şeref Xan Betlîsî: Şerefname, 1/12. Ibin El-Esîr: Dîroka tewaw: 11/222.
(16) Nîkîtîn: Jêdera berê, rû 71.
(17) Wîlyêm Langir: Jêdera berê, 1/82, 83, 85, 86. Jîrnot Wîlhêlm: Horî, rû 18. Hêrodot: Jêdera berê, rû 35. H. G. Wêlz: Rûdawên dîroka mirovaniyê, 2/346, 347.
(18) Will Durant: Jêdera berê, cild 1, 2/422. Wîlyêm Langer: Jêdera berê: 1/216. Diyakonov: Jêdera berê, 414-415.
Mafê Copyright © ya Rizgari Hemû mafên bikaranînê parastî ne.
Dema hatî weşandin: 2010-05-05 (541 car hatiye xwandin)
[ Vegere paş ]